NY ji Tirkiyeyê re got: Dawî li îxlalkirina mafan bîne!
Dewletên di Rûniştina Mafê Mirovan a NY’yê de axivîn, Tirkiye bi tund rexne kirin, bang kir ku bi lezgîn dawî li îxlalên li welat tên kirin bînin.
Dewletên di Rûniştina Mafê Mirovan a NY’yê de axivîn, Tirkiye bi tund rexne kirin, bang kir ku bi lezgîn dawî li îxlalên li welat tên kirin bînin.
Di roja 2’emîn a 26. Rûniştina Mafê Mirovan a Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de, li ser rapora mafê mirovan a salê ku duh ji aliyê Komîseriyê Bilind ê Mafê Mirovana Zeîd Ra’ad Al Hussaenîn ve hate pêşkêşkirin bi gotûbêjan dewam kir. Nûnerên saziyên civaka sivîl ên navneteweyî û dewletan ên di rûniştinê de mafê axaftinê girtin, bal kişandin ser asta îxlalkirinên mafê mirovan ên li cîhanê de pêk tên, dan nîşandan ku wê bi piştgiriya navneteweyî bikaribin pêşiya îxlalên mafên mirovan bên girtin.
Di rojeva saziyên civaka sivîl û dewletan ên tevahiya rojê de li ser rapora Komîserê Bilind Zeîd Ra’ad Al Husseîn mafê axaftinê girtin û nirxandin kirin, îxlalên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê tên kirin hebû.
ÎNGILTERE: DIVÊ RÊZ JI QANÛNÊN NAVNETWEYÎ RE BÊN GIRTIN
Komîserê Bilind Al Husseîn ê di rûniştinê de li ser navê Îngîlîstanê axivî, diyar kir ku ji ber îxlalên mafê mirovan ên li Tirkiyeyê beşdarî rexneyên li hember dewleta Tirk tên kirin bû, anî ziman ku divê hikûmeta Tirk rêz ji qanûnên navneteweyî re bigire.
Di axaftinan de hate diyarkirin ku di serî de zextên dewletê yên di warê raman û îfadeyê de her wiha li gelek qadên cuda de bi destê hikmetê her roja diçe zêde dibe, hat destnîşankirin ku divê hikûmet bi lezgîn dawî li Rewşa Awarte bîne.
ÎZLANDA: DIVÊ DARAZA SERBIXWE ESAS BÊ GIRTIN
Di axaftinên li ser navê Îzlandayê hate kirin de jî, hate diyarkirin ku ji ber zextan li Tirkiyeyê ti hikmê çapemeniya serbixwe nemaye, hat destnîşankirin ku bi destê hikûmetê daraz bûye xwedî alî.
Heyetê banga lezgîn kir ku divê hikûmet serweriya hiqûqê esas bigire, di bin navê terorê de kesên ku hatine mexdûrkirin, mexdûryeta wan bên çareserkirin.
AWÛSTÛRYA
Her wiha di axaftinên li ser navê heyeta Awûstûryayê de hate kirin jî, pêkanînên antî-demokratîk ên Tirkiyeyê hate destgirtin û hikûmeta AKP’ê hate rexnekirin.
Di axaftinan de hate gotin: “Li Tirkiyeyê bi rejîmeke zextê re rû bi rû ne” bal hate kişandina ser asta îxlalkirina mafan a li welat. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku di bin navê têkoşîna bi terorê re zext û zordariya li welatiyên sivîl tên kirin qebûl nakin, bang hate kirin ku divê Tirkiye qanûnên navneteweyî li ber çavan bigire.
ERMENÎSTAN: Di axaftinên li ser navê Ermenîstanê hate kirin de wiha hate gotin: “Asta îxlalên mafê mirovan a li Tirkiyeyê fikaran bi me re dide çêkirin.” Her wiha di axaftinan de hate diyarkirin ku li Tirkiyeyê zext û çewisandinên li ser rojnamevan û civakên sivîl qebûl nakin.
Di axaftinan de hate destnîşankirin ku divê hêzên navneteweyî pêşiya van îxlalên mafên mirovan ên li welat tên kirin bigire, divê ji ber berjewendiyên welatan kes li hember van îxlalên mafan bêdeng nemînin.
SAZIYÊN CIVAKA SIVÎL: DIVÊ DAWÎ LI BÊHIQÛQIYÊ BÊ ANÎN
Piştî nûnerên dewletan li ser navê gelek saziyên civaka sivîl jî axaftin hatin kirin, di axaftinên saziyên civaka sivîl de asta zext û zordariya ku her diçe li Tirkiyeyê zêde dibe hate destgirtin.
Nûnerên civaka sivîl di axaftinên xwe de destnîşankirin ku di serî de rojnamevan û gelek parêzvanên mafê mirovn û beşeke mezin li Tirkiyeyê bi zextan re rû bi rû ne, hate diyarkirin ku divê hikûmet bi lezgîn dev ji van pêkanînên xwe yên antî-demokratîk ku ev demeke dirêje bikar tîne, berde. Nûnerên saziyan diyarkirin ku di çarçoveya qanûnên ewlekariyê de mafên mirovan ên bingehîn nayên tinehesibandin û bang hate kirin ku divê Tirkiye rêz ji qanûnên navneteweyî re bigire.
BERSIVA TIRKIYEYÊ DÎSA PÊKENÎN BÛ
Di axaftinên li ser navê Tirkiyeyê hate kirin jî, weke bersiva rexneyên ku tevahiya rojê hate kirin bû. Di axaftinan de dîsa hewldana darbeyê hate bibîrxistin, berovajî rexneyên ku tevahî rojê hatî kirin carekî din diyar kir ku hikûmet serweriya hiqûqê esas digire. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku ji ber qanûnên Rewşa Awarte îxlalên mafên mirovan pêk nehatine, rê li ber pêkenîna kesên di salonê de vekir û diyar kir ku ewlehiyên ji bo hinceta ewlekariyê hatine girtin jî pir zelal in.