'Eger Zarrab biaxive, wê rewş kûrtir bibe'
Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Alp Altinors li ser dosya Reza Zarrab axivî û got, "Eger Zarrab li ser tiştên pê zane biaxive, wê were dîtin ku gelek siyasetmedarên li Tirkiyeyê di nava vî karî de ne."
Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Alp Altinors li ser dosya Reza Zarrab axivî û got, "Eger Zarrab li ser tiştên pê zane biaxive, wê were dîtin ku gelek siyasetmedarên li Tirkiyeyê di nava vî karî de ne."
Ekonomîst Alp Altinors, ku di heman demê de Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê ye, dosyaya Reza Zarrab nirxand û anî ziman, ku ev dosya wê berfireh bibe û dibe ku hin kesên ji malbata Serokkomar Erdogan jî tevlî vê dosyayê were kirin. Altinors got, "Xuya ye malbata Erdogan jî di nav de heye."
'DOSYA LI SER BINPÊKIRINA AMBARGOYA LI SER ÎRANÊ NÎNE'
Altinors destnîşan kir, ku dosya Zarrab a ku bû sedema aloziya navbera Washîngton-Enqereyê li ser binpêkirina ambargoya li ser Îranê nîne. Altinors diyar kir, ku bi bertîl û sûcên di dema binpêkirina ambargoyê de dosya di çarçoveya xapandina Sîstema Malî ya Amerîkayê de ye.
'DI DOSYAYÊ DE HATIYE BELGEKIRIN KU ÇAR WEZÎRAN BERTÎL GIRTINE'
Altinors anî ziman, Wezîrê berê yê Aboriyê Zafer Çaglayan û Midûrê Giştî yê Halk Bankasi yê berê Suleyman Arslan di asteke mezin de bertîl ji Rezza Zarrab girtine û wiha dewam kir: "Di dosyayê de xuya dike, ku hem di telefonê hem jî di kompûtera Zarrab de agahiyên bi vî rengî bi dest ketine."
Altinors got, "Bi belgeyan di dosyayê de cih digire, ku Zafer Çaglayan û Suleyman Arslan, di dema transferê de bi rêjeya 0,4 û 0,5 bertîl ji Reza Zarrab girtine. Wekî din, di dosyayê de tê dîtin ku du wezîrên din Egemen Bagiş û Mûammer Guler, bi carekê 10 mîlyon Euro bertîl girtine."
'EV PATRONÊN MEZIN KÎ NE?
Altinors diyar kir, ku ji vê jî girîngtir, 5 ji sedî yê her pereyê Zarrab anî Tirkiyeyê hatiye birîn û got, "Meseleya bingehîn ev e. Zarrab di axaftineke xwe de ku bi telefonê dike wiha dibêje: 'Ji bo em vî karî bikin, 5 ji sedî em didin patronên mezin'. Ev patronên mezin kî ne? Zarrab bi xwe 1 ji sedî digire. Ji bo berdêla banka û komîsyonan jî 1 ji sedî tê dyain. Ya ku Zafer Çaglayan û Suleyman Arslan girtine, 0,4 ji sedî ya jî 0,5 ji sedî ye. Dema mirov van hemûyan didin ser hev 2,4 ji sedî dike. Rêjeya 2,6 ji sedî ya mayî bi ku ve çû ye. Ev tê lêkolînkirin. Yanî niha tê lêkolînkirin bê pereyê din bi ku ve çûye. Di dosya 17-25'ê Kanûnê de tenê beşa vê yekê ya rêjeya 0,4 ji sedî heye."
'PÊKANE KU MALBATA ERDOGAN JÎ DI NAV DE YE'
Altinors anî ziman, dadgeriya DYA niha hewl dide, yên ku rêjeya 2,6 ji sedî yê pereyê Reza Zarrab aniye Tirkiyeyê jê girtiye, zelal bike. Altinors ragihand, doz gav bi gav berfireh dibe û got, "Li gorî belge û agahiyên nû yên derketin holê, der heqê Zafer Çaglayan de dosya hate vekirin. Der heqê Suleyman Arslan jî doz hate vekirin û wê gav bi gav cihê ku ev rêjeya 5 ji sedî jê re diçe bê zelalkirin. Di nava vê rêjeya 5 ji sedî de kî hebe, wê li hemberî wan doz were vekirin. Dibe ku sibe-dusib hin endamên malbata Erdogan jî tevlî vê dozê bên kirin. Ji ber ku malbata Zafer Çaglayan jî di nava vê de bû. Malbata Mûammer Guler jî di nava vê de bû. Malbata Egemen Bagiş jî di nava vê de bû. Me di pêvajoya 17-25'ê Kanûnê de ev dît. Pêkane ku malbata Erdogan jî di nav de heye."
'EGER ZARRAB LI SER TIŞTÊN ZANE BIAXIVE...'
Altinors got, "Eger Reza Zarrab sibe-dusib li ser tiştên pê zane biaxive, wê rewş kûrtir bibe" û destnîşan kir, ku hikumet di nava tirs û fikara vê yekê de ye.
Altinors diyar kir, eger Zarrab biaxive wê asta rizandina siyasî ya li Tirkiyeyê zelaltir bibe û got, "Eger Zarrab qala wê para 5 ji sedî bike, wê were dîtin ku gelek siyasetmedarên li Tirkiyeyê di nav de ne. Mebest ji gotina bêhna genî, ku Serokkomar Erdogan der barê mijarê de gotibû 'bêhna genî ji vî karî tê', ev yek e."