Ji bo şêwra Rojhilat banga tevlîbûnê hate kirin

Nûnerê Partiya Serbixwe ya Kurdistanê Emîr Qazî got, ew ê tevlî şêwra 16-17 Îlonê bibe û bang li hemû hêzên pêwendîdar kir ku tevlî bibin.

Rêze civînên şêwrê yên KNK'ê, ku ji bo kongreya neteweyî ya Kurd wê li 4 parçeyên Kurdistanê û Ewropayê werin lidarxistin, bi şêwra Rojhilat dest pê dike.

Ji bo şêwra ku wê 16-17'ê Îlonê li paytexta Swêd Stockholmê were lidarxistin, 25 partî, sazî û 200 kesayet hatin vexwendin. Nûnerê Partiya Serbixwe ya Kurdistanê Emîr Qazî diya rkir, ku rizgarî bi yekîtiyê dibe û bang li hemû hêzên pêwendîdar kir ku tevlî vê şêwra li Stockholmê bibin.

'EM BI HEV RE LI RÊ Û RÊBAZÊN YEKÎTIYÊ BIGERIN'

Qazî bal kişand ser zext û zordariya ku rejîma Îranê li Kurdan dike û got, "Li Rojhilatê Kurdistanê rewş niha tevlîhev e. Rejîma Îranê zextê li mirovan dike, kolberan dikuje. Ev zext di dema dawî de gelekî zêde bûne. Rabûna li ber vê yekê bi yekîtiyê dibe."

Qazî diyar kir, ew şêwra yekîtiyê ya bi pêşengiya KNK'ê tê lidarxistin girîng dibînin û wiha dewam kir: "Eger rêxistinên li Rojhilatê Kurdistanê li hev bicivin û bibin yek, wê zextên rejîma Îranê di vê astê de nebin. Bi taybetî divê PKK di vê mijarê de bi erka xwe rabe û ji bo yekîtiya neteweyî bilezîne."

Emîr Qazî destnîşan kir, ku ji bilî yekîtiyê ti alternatîfa Kurdan nîne û got, "Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin. Di rewşeke bi vî rengî de lazim e Kurd sedsaleke din nesekine. Pêwîste li hemû parçeyan têkoşîn bê dayin û maf bên bidestxistin. Ji xwe li her parçeyî têkoşîn tê dayin, lê ji vê û wêde divê stratejiye giştî ya neteweyî hebe. Ev jî bi yekîtiya neteweyî dibe. Bi hevgirtin û diyalogê dibe. Dema vê hatiye û tiştekî lezgîn e. Lewma divê hemû rêxistinên Kurd, hemû partî û kesayet li hev bicivin."

Emîr Qazî anî ziman, partiya wan wê 16-17'ê Îlonê li şêwra Rojhilat amade be, ku li paytexta Swêd Stockholmê were lidarxistin û ev bang li hemû partiyan kir: "Em ê tevlî şêwrê bibin û peyama xwe ya ji bo yekîtî û hevgirtinê bidin. Em hêvîdar in wê hemû partî, rêxistin û kesayetên ji Rojhilatê Kurdistanê tevlî bibin. Divê em pirsgirêkên xwe li wê derê bînin ziman û li rê û rêbazên yekîtiyê bigerin. Ji bo vê jî bang li hemû hêzên pêwendîdar dikim ku tevlî şêwrê bibin."