Meşa dirêj a 5 rojan a ciwanan dest pê kir
Çalakiya meşa dirêş a 5 rojan ya endamên Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad a ji bo azadiya Ocalan, ya ji Dortmûndê heta Kolnê dest pê kir.
Çalakiya meşa dirêş a 5 rojan ya endamên Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad a ji bo azadiya Ocalan, ya ji Dortmûndê heta Kolnê dest pê kir.
Meşa dirêj a 5 rojan ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di bin pêşengtiya Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad de li NCDK’ê ya li Dortmûndê dest pê kir. Meşa dirêj bi dirûşmeya ‘Bi tolhildana şoreşger mêtingeriyê parçe bike, Rêbertiyê azad bike’ û di çarçoveya kampanyaya ‘Azad Bike’ de tê lidarxistin. Meşa dirêj wê bi Festîvala Çanda Kurd a 25’emîn ku di 16’ê Îlonê de li Kolnê were lidarxistin, wê bi dawî bibe.
Meşa dirêj îro bi beşdarbûna ciwanan bi daxuyaniya çapemeniyê dest pê kir. Di daxuyaniya çapemeniyê de hat ragihandin ku armanca meşa dirêj balkişandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ciwanên ku tevlî meşa dirêj bûn gotin ku ‘Em ji bo azadiya Rêber Apo dimeşin.’
Li ser navê Ciwanên Azad Zerdeşt Botan di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û wiha got; “Rêber Apo rêberekî mezin e ku hebûna me parastiye, zimanê me parast, çanda me parast û Kurd ji qirkirinê parast. Rêbertî li dijî sîstema kapîtalîst û zîhniyeta dewletiyê şerekî mezin dide meşandin û bi felsefeya xwe di cîhanê de bûye alternatîfa yekem.”
Hevserokê Giştî yê KCDK-E Yuksel Koç û Hevserokê Giştî yê NAV-DEM’ê Tahîr Koçer bi armanca piştgirîdayîna ciwanan tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn û axivîn. Koç û Koçer ji bo meşa dirêj ya ciwanan banga piştgirî û tevlîbûnê kir.
Ciwanên ku îro dest bi meşê kirin di beşa yekemîn de wê 20 kîlometreyan bimeşin û hedefa wan ew e ku xwe bigihînin bajarê Hagenê. Ciwan wê di seatên şevê de li Hagenê li ser pêşketinên siyasî û li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan panelekê li dar bixin.