Panela ‘12’ê Îlonê’: Zindana Amedê ji dîrokê re pêşengtî kir

Axaftvanên di panela Darbe û Zindana Amedê de axivîn diyar kirin ku Tirkiye 100 sal in bi darbeyan bi rêve diçe.

Endamê MYK'ê yê DBP'ê Mehmet Şîrîn Tunç, di panela "Darbe û Zindana Amedê" de diyar kir ku dewleta Tirk ji bo tevgera Azadiya Kurd têk bibe Zindana Amedê wekî girtîgeha pîlot bijart û wiha got: "Ji bo têkçûna tevgera Azadiya Kurd Zindana Amedê ava kirin, lê zindana Amedê ji dîrokê re pêşengtî kir." Axaftvanan  bal kişand ser faşîzma heyî û diyar kirin ku bi têkoşînek hevpar dikarin darbeyan têk bibin.

Şaxa Komeleya 78'an û Navenda Koordînasyona Muzeyên Girtîgeha Hêmar 5 a Amedê, bi minasebeta  Darbeya Kenan Evren a 12'ê Îlona 1980'an panela bi navê “Darbe û Zindana Amedê" pêk anîn. Panel li Şaxa Egîtîm Senê ya Hêjmar 1 a Amedê pêk hat. Di panelê de pankarta “Ne darbeya leşkerî û ne jî darbeya sivîl, çareserî demokrasî ye" vekirin. Di panelê de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Raci Bilici, Nûnerên saziyên sivîl ên civakî û karmendên bi BHQ'ê hatin îxrackirin şopandin. Panelîst Prz. Mûstafa Ozer pêşkêşiya panelê kir. Parlamenterê HDP'ê Mîthat Sancar, Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin û Endamê MYK'ê yê DBP'ê Mehmet Şirin Tunç axaftin kirin.

Serokê Komeleya 78’an a Amedê Ganî Alkan, axaftina vekirinê kir û diyar kir ku li dijî darbeya 12'ê Îlonê zindana Amed bû qada berxwedanê û wiha got: “37 sal derbas bûn, lê hişmendiya 12'ê îlonê berdewam dike" 

Prz. Mûstafa Ozer, diyar kir ku ji ber gelek darbe li Tirkiye pêk hatin, tahrîbatên mezin li Tirkiye pêk hatine. Ozer, anî ziman ku rêveberiyên Rewşa Awarte ku li Tirkiye ketine meriyetê di qada siyasî û aborî de krîz bi xwe re anîne û bedelê fatoreya vê yekê gelê Kurd daye. Ozer, anî ziman ku hişmendiya 12'ê Îlonê di bin têkoşîna tevgera azadiya Kurd de pelixî û wiha got: "Şoreşa gelê Kurd darbe tev dibin xwe de eciqandin. Tevî texrîbatên mezin tevgera azadiya Kurd dîsa ket rêya xwe û gavên dirokî avêtin. Rêya xwe ya azadiyê berdewam dike."

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî  ya DBP'ê ku li Zindana Amedê ya Hêjmar 5 girtî ma Mehmet Şirin Tunç jî li ser pêkanînên darbeya 12'ê Îlonê û zindana Amedê rawestiya. Tunç, anî ziman ku 12'ê Îlonê di dîroka gelê Kurd de rojek tarî ye û wiha got: "Bi destê dewleta Tirk li ser gelê Kurd faşîzm pêş ket. Li Kurdistanê faşîzm pêş ket. Bi hezaran mirov rastî êşkenceyê hatin. Salvegera şehadeta Mehmet Hayrî Durmuş bû Vîetnama Kurdistanê. Dewleta Tirk ji bo tevgera azadiya Kurd têk bibe Zindana Amedê pîlot îlan kir. Lê zindana Amedê di dîrokê de bû qada berxwedanê û bi berxwedanê mohra xwe li dîrokê xist. Pêşengiya berxwedanê di dîrokê de kir.

Piştî berxedana 33 rojan ji bo hevalên me teslîm bigire Alî Erek darve kirin. Li hemû hevalên me îşkenceyên giran kirin. Mazlûm Dogan digot li dijî vê yekê xwîn lazim e. Digot her dem firsenda berxwedanê nakeve dest. Mazlûm Dogan ji ber vê yekê agirê Newrozê bêtir geş kir û bi berxwedana xwe bû dîrok. Peyamek da hemû zindanan. Agirê Çaran li Zindana Amedê li dijî zilmê û tundiya li ser gelê Kurd bedena xwe dan ber agir. Ferhat Kurtay ‘Yekîtiya xwe ava bikin. Bila hevalên me nebin xwarina dijmin." Ferhat Kurtay digot "Agir geş bikin"

Berxwedana 14'ê Tîrmehê ya Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz, berxwedana dîrokî da destpêkirin. Rêheval Hayrî li dijî siyaseta Tirkiye ya li hemberî gelê Kurd ev têkoşîn da destpêkirin. Li dijî êşkence û zilma li zindanan Berxwedana Zindana Amedê li her derê belav bû. "

'MÎLÎTARÎST NE TENÊ DARBEYA LEŞKERÎ YE, DÎROKA TIRKIYE LI SER KOMKUJIYÊ HATIYE AVAKIRIN

Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn jî anî ziman ku darbe ji destpêka avakirina Komara Tirkiye de dest pê dike û wiha got: "Dîroka Tirkiye li ser komkujiyê hatiye avakirin. Li ser Îttihak-î Terakî hatiye avakirin. Di dîroka Komara Tirkiye de 12'ê îlonê ne mîlat de. Êdî Rewşa Awarte li ser vê erdnîgariyê bûye qedera gelan. Pirsgirêka Kurd divê tenê nekin malê PKK’ê. Divê bê zanîn ku îhlalên mafên mirovan ên li Tirkiye bi komkujiyan dest pê dike. Milîtarist ne tenê darbeyên leşkerî ne. Em li Sûrê geriyan. Mirovan bi zorê ji malê wan derdixin û xaniyên wan xera dikin. Ji salên 90’an heta niha dewlet qet nehatiye guhertin. Hêj heman hişmendî serdest e."

Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar jî anî ziman ku ji bo darbeya 12'ê Îlonê bê famkirin divê dîroka 100 salan a Tirkiye bê fam kirin. Teknîka rêveberiya vê dewletê bingeha feraseta komkujiya 1915’an ava kir. Divê mirov dîroka darbeyan baş bibîne. Divê em li dîroka navbera 1915 û 1923'an vegerin. Taybetmendiya Zindana Amedê xwestin bi îşkenceyê serê gelê Kurd bitewînin û têkoşîna wan bişkînin. Xwestin vîna gelê Kurd teslîm bigirin. Lê li dijî zilmê bedenên tazî di ber xwe da û zilm şikandin. Berxwedanê her tişt têk bir. Piştî darbeya 12'ê Îlonê 7'ê Heziranê darbeya herî krîtîk e. Piştî 8'ê Hezîranê li Tirkiye darbeya siyasî ket meriyetê. Di 8'ê Hezîranê de Devlet Bahçeli, got 'Em wê tenişta xwe nebînin' û dest bi tunekirinê kirin. Dîsa 4'ê mijdarê berdewama darbeya siyasî ye. Kuştina Tahîr Elçî perçeyekî vê darbeyê ye. Niha bi sirgûnan dixwazin hevkarên xwe zêde bikin. Her tişt li ser rantê û komkujiyê tê avakirin. Lê yek jî bi ser neket û dê bi ser nekevin.

Niha gel dibêjin 'Mala me xera kirin lê nikarin bawerî û vîna me hilweşînin. Me serî netewand em natnewînin'. Eger ku em bi hevre têbikoşin em wê hemû tarbeyan têk bibin û teqez em wê bi ber bikevin."