Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Yaşar hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Yûsûf Yaşar (Armanç Firat) ê ku di şerê li Dersimê de şehîd bibû, li rexmê hemû astengiyên polîsan jî li Goristana Kuçukobayê hate veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Yûsûf Yaşar (Armanç Firat) ê ku di şerê 2’ê Îlonê li Dersimê de şehîd bibû, ji aliyê malbatê ve ji Morga Saziya Edlî Tipa Meletiyê hate girtin û birin Edeneyê. Cenazeyê Yaşar ê HPG’yî ji bo wecibên olî birin Mizgefta Mumîn a li taxa Denîzlî ya girêdayî navçeya Seyhan a Edeneyê.

Polîsên ku hatin mingeftê li ser gefkirina mele ya ji aliyê polîsan ve wecîbeyên olî yên Yaşargîl ê HPG’yî pêk nehat. Cenazeyê ku hatî li pêşiya mizgeftê bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Kuçukoba ve ketin rê. Lê belê polîsên ku li cadeya D-400 bend danîbûn, destûr neda karwanê wesayîtan derbas bibe. Li ser vê wesayîta cenaze bê karwanên darbest li ser milan derbasî goristanê bû. Dibin dorpêça polîsan de li goristanê wecibên olî yê cenazeyê Yaşar ê HPG’yî hat kirin û li goristanê hate veşartin.