Serpîl Kemalbay, ji navnîşana twîtterê ya Navenda Giştî ya HDP'ê bang kir û di dîmen de got, "Em kengî xwedî li Nûriye û Semîh derkevin, wê hingî edalet pêk were."
Rûniştina destpêkê ya doza her du hîndekaran wê 14'ê Îlonê roja Pêncşemê saet di 13:30 de li Edliyeya Enqereyê pêk were.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay ev peyam da:
"Nûriye û Semîh zarokên vî gelî ne, zarokên me ne.
Ji ber ku maf, hiqûq û edalet nîne, bi mehan e di greva birçîbûnê de ne.
Em zanin, ku edalet wê ji aliyê kesên serê xwe li ber otorîteya siyasî ditewînin wê pêk neyê.
Edalet, kengî em xwedî li Nûriye û Semîh derket, kengî me piştevanî û têkoşîna xwe xurt kir, wê hingî bi cih bê.
Ji ber vê yekê ez bang li gelê me dikim, ku 14'ê Îlonê tevlî rûniştina doza Nûriye û Semîh bibin."