Golên li eyaleta Farsê ya Îranê ziwa bûn

Li eyaleta Farsê ya Îranê, ji ber ku îsal baran zêde nebariya û hikumetê tevdîrên pêwîst negirt, gol ziwa bûn veguherîn qadeke ji xwê.

Li gorî radyoya Zamaneh a ser bi hikumetê ve, golên li eyaleta Farsê ziwa bûn. Pisporê hawirdorê Elî Ekber Kazemeynî got, rewşa golên li eyaleta Farsê krîtîk e û bi temamî ziwa bûne.

Kazemenî diyar kir, gola Kaftarê ji ber ziwatiya par av lê nemaye û bi temamî ziwa bûye.

Hate gotin, gola International Parishanê ziwa bûye û cihekî ku zindiyên nava avê lê bijîn nameye.

Gola Bahteganê jî ku duyemîn gola herî mezin a Îranê ye, ji ber ziwatiya salên dawî ketiye rewşeke krîtîk. Ji bo parastina golê tiştek nehatiye kirin.

Midûrê Karên Gundan ên Eyaleta Farsê Kemal Pakfitrat beriya niha bi demeke kin gotibû, ji 8 hezar gundên li eyaletê 4 hezar gund ji ber ziwatiyê vala bûne.

Pakfitrat ji ajansa nîv fermî ya Îranê Tasmimê re axivî û diyar kir, ziwatî û kêmbûna avêt kiriye ku jiyan li eyaletê biherime.

Ziwatiyê tevî gundan bandor li deştan jî kir. Li gorî rayedaran ji 609 deştên li gelemperiya Îranê 355 deşt bê a mane.

Ziwatî bûye yek ji pirsgirêkên bingehîn ên Îranê. Ev pirsgirêk roj bi roj mezin dibe û çareserî jê re nayê dîtin. Rewşa li hin herêman welê giran bûye ku nema dikare bê sererastkirin. Li gorî daxuyaniyekê ku meha Adarê di malpera Meclîsê de hate weşandin, gelek gol û çem hindik mane ziwa bibin. Jonathan Bet Kolia ku di karên hawirdorê yên meclîsê de dixebite got, "Gola Urmiye û Zayendeh Rud jî di nav de gelek çem ziwa bûne û li ber tinebûnê ne."

Li gorî Rêxistina Meteorolojiyê ya Îranê, ziwatî bandorê li rêjeya 97 ji sedî yê Îranê dike. Rêxistinên mafên mirovan diyar dikin ku mirov ji ber ziwatiyê neçar dimînin malên xwe biterikînin.