DYA: Hilbijartina azad di Rewşa Awarte de nabe

Wezareta Karên Derve ya DYA destnîşan kir ku hilbijartina di nava Rewşa Awarte de were kirin zehmet e ku bibe hilbijartineke wekhev, zelal û azad.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Heather Nauert di brîfîna çapemeniyê ya rojane de bresiv da pirsên li ser hilbijartina ferzkirî ya 24'ê Hezîranê ya li Tirkiyeyê bê kirin.

Nauert got, "Li welatekî ku Rewşa Awarte lê serwer e, zehmet e ku hilbijartineke azad, wekhev û zelal a ku li qanûnên Tirk, li berpirsyariyên Tirkiyeyê yên li navneteweyî tê bê kirin."

Nauert destnîşan kir ku azadiya hilbijartinê ya di nava Rewşa Awarte de bê kirin, cihê fikaran e.

Berdevka Wezaretê got, "Li ser lidarxistina hilbijartina azad a di nava Rewşa Awarte de fikarên me hene."