HDP’ê li Colemêrg, Mêrdîn û Kocaeliyê starta hilbijartinê da

HDP’ê li Colemêrg, Mêrdîn û Kocaeliyê dest bi xebatên hilbijartinan kir.

COLEMÊRG

Piştî standina biryara hilbijartina bi darê zorê rêxistina bajarê Colemêrgê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) lez da xebatên hilbijartinê û li avahiya HDP’ê ya bajar civînek lidarxist. Rêveberên HDP, DBP’ê û gelek kes beşdarî civînê bûn, di civînê de Hevserokê HDP’ê yê bajar Nazmî Coşkûn axivî û wiha got;

“Bi vê civinê re bi hevalên xwe yên partiyê re me starta hilbijartinê da û em ê komîsyonên xwe ava bikin dest bi xebatên hilbijartinan bikin. Em ê bi hemû hevalên xwe re şev û roj xebatan bidomînin. Di Hezîranê de pêkanîna hilbijartinê gelek girîng e. Bila AKP vêya baş bizane weke HDP her dem di meha Hezîranê de em ê AKP’ê bavêjin binê sindoqan. Di vê hilbijartinê de jî em ê AKP’ê û hikûmetê ji desthilatdariyê bînin xwarê û bavêjin binê sindoqan.”

MÊRDÎN

Rêxistina bajarê Mêrdinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hevparên wê bi civînekê starta xebatên hilbijartinê da. Civîn li avahiya HDP’ê ya Mêrdînê hate lidarxistin. Hevserokên HDP’ê û DPB’ê yên bajar, rêveber, endamên meclîsa HDP’ê Nazim Kok û Zubeyde Zumrut tevlî civînê bûn.

Hevserokê HDP’ê yê Mêrdinê Alî Sîncar têkildarê hilbijartinên 24’ê Hezîranê roja Yekşemê xebatên amadekariya hilbijartinê eşkere kir. Sîncar diyar kir ku bi hatina Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temmelî ya roja 27’ê Nîsanê ji bo Mêrdinê wê starta hilbijartinan bidin.

KOCAELÎ

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û heyeta li gel di çarçoveya xebatên hilbijartinê de piştî Îzmîrê derbasî Kocaeliyê bûn. Heyeta ku Parlamenterên HDP’ê Huda Kaya, Garo Paylan, Muslum Dogan û Ertûgrûl Kurkçu, endamên Meclîsa Jinan, MP, MYK ya HDP’ê di nav de ji aliyê rêxsitina HDP’ê ya bajar û navçeyên Kocaeliyê li ketina Bendavê de hatin pêşwazî kirin. Heyet li vir derbasî avahiya HDP’ê ya Kocaeliyê bû.

Bûldan û heyeta li gel wê, wê li Komeleya Perwerdeya Bilind a Kocaeliyê bi saziyên civaka sivîl re li hev kombibe. Heyet wê piştre serdana Rêxistina Navçeya Dîloavasî bike û seatên şevê de jî li Gebzeyê li Salona Dawetê ya Star civîna gel li darbixe.