Li dijî yasaya ‘dewleta polîs’ protestoya mezin!

Li dijî yasaya ku tê xwestin li Eyaleta Bayernê ya Elmanya were derxistin û destûrê dide ku bêyî biryara dadgehê polîsa mudahele bike li Nurnbergê protestoyeke mezin hate kirin.

Li Eyaleta Bayernê ku CSU (Yekîyai Sosyal a Xiristiyan) lê desthiltdar e tê xwestin ku yasayek were derxistin ku derî ji ‘dewleta polîs’ re tê vekrin. Pêşnûmaya ku navê wê ‘Yasaya nû ya peywira polîsan’ e Sibata bihurî li Meclîsa Eyaletê ya Bayernê hatibû gotûbêjkirin.

Tê westin ku yasa Gulanê ji meclîsê were derxistin ku ev yasa destûrê dide bêyî biryara dadgehê polîs bikaribin mudahele bikin. Yasa ku rayeyê dide polîsan ku têkilî jiyana taybet bibin û kontrolê bikin rejîma Naziyê bi bîra mirov dixe.

Li gorî yasayê bi kêfî bêyî ku şupheyeke berbiçav hebe kê bixwaze dikare desteser bike, dikare li telefonan guhdar bike, dest li ser kompîtir, telefon û haletên elektronîk bide û di meşan de dikare kelepçeye bi kar bîne.

Yasa ku ji hêla Wezîrê Karê Navxwe yê Federal û Serokê Eyaleta Bayernê Horst Seehofer ve hatî amadekirin li Nurnbergê ji hêla 6 hezar kesî ve hate şermezarkirin.

SPD, Partiya Keskan, Partiya Çep û sendîkayan destek dane mîtîngê, her wiha Kurdistanî jî li mîtîngê hazir bûn.