Doza Nisêbînê: Ewlehiya canê girtiyan nîne!

Di rûniştina Doza Nisêbînê de girtiyek hat berdan, biryara dewama girtina girtiyên din hate dayîn. Doz taloqî 9’ê Tîrmehê hate kirin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di 14’ê Adara 2016’an de “qedexeya derketina derve” hatibû îlankirin û bi mehan dewam kiribû. Di 26’ê Gulana 2016’an de nêzî 70 kes hatin berdan û piştî êşkence li wan hat kirin, hatin girtin. 67 kes ji vê dozê ten darizandin, îro rûniştina 5’emîn a doza 50 kesan bi dawî bû. Rûniştina dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ku birine avahiya Midûriyeta Saziya Ewlehiya Civakî ya Mêrdînê tê lidarxistin. Ergun bi gotina: “Bêhna azadiyê ji Rojava heta vir tê” dawî li prastina xwe anî.

 ‘EWLEHIYTA CANÊ GIRTIYAN NÎNE’

Di beşa piştî nîvro ya rûniştina dozê de Resûl Ergûn ê girtî parastina xwe kir. Ergun diyar kir ku li Girtîgeha Erînganê di 3’ê Adarê de ji aliyê nêzî 50 gardiyanan hatiye derbkirin û iwha got; “Ewleihiya canê min nîne. Ne tenê ewlehiya canê min ewlehiya canê hemû girtiyên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê nîne. Li dijî êşkenceyê, wê rûmeta mirvahî êşkenceyê têk bibe, bi berxwedanê em ê qezenç bikin. Têkildarî êşkenceyan ji nexweşxaneyê me rapor girt. 8 hevalên me rapor girt. Duh ji ber rehetsiziyê ez çûm nexweşxaneyê. Dixtor got ‘tiştekî te tûne’. Dema min ji dixtor re got li beramberî te mirovekî bi tendurist heye got ‘erê’ bi van gotinan em tên mûayinekirin.”

DADGEHÊ MUDAXELEYÎ PARÊZERAN KIR

Pitre Suleyman Goksel Yerdût ê MLKP’yî yê girtî parastina xwe kir, daxwaza mafê jiyanî yê mirovahî kir û wiha got; “Ev daraza ku di bin vê îdeolojiya fermî de wê çawe xweser be?.” Serokê Dadgehê mûdaxeleyî parastina Yerdût kir û wiha got; “Deh caran min got, biçe cihê xwe”.

‘SÛC DAFIRÎNIN’

Rûniştina dozê bi parastina Îlyas Dogan û Îbrahîm Halîl Kaya ji aliyê parêzer Seher Acar ve dom kir. Acar bal kişand li ser kêm û kurtiyên di îdîanameyê de û wiha got; “Li Nisêbênê îfadeyên ‘ev qas bûyer çêbûn, ev ji vir derketin wê demê ev çêbûn’ hene. Lê di îdîanameyê de çi çawe çêbûye nîne.” Parêzer Seher Acar got ji bo girtiyan sûcan diafirînin û daxwaza berdana muwekîlê xwe kir.

Parêzer Erdal Kûzû jî qala êrîşa danê sibê ya bi ser girtiyê bi navê Mehmet Farûk Engîn ku ji bo rûniştina sibê ji Girtîgeha Tîpa F ya Nimre 2 ya Osmaniyê anîn Mêrdinê kir û wiha got; “Ev bi vekirî îxbara sûce.” Kûzû têkildarî rewşê daxwaz kir ku Serdozgeriya Osmaniye bê agahdar kirin û îfade werin şandin.

DOZ TALOQÎ 9’Ê TÎRMEHÊ HAT KIRIN

Piştî parastinan heyeta dadgehê seatek navber da rûniştina dozê. Heyeta Dadgehê piştre biryara berdana Azîze Yildirim da û dewama girityên din da.

Doz taloqî 9’ê Tîrmehê hate kirin.