Li Swêdê Netewên Yekbûyî hat protestokirin

Li Swêdê Konseya Ewlehiya Netewên Yekbûyî (KENY) ji aliyê Kurdistaniyan ve hat protesto kirin.

Li bajarê Lûndê Kurdistanî li pêşiya otela ku endamên KENY’yê lê diman li hev civiyan û li dijî dagirkeriya Tirk a li Efrînê bêdengiya Netewên Yekbûyî protesto kirin. Heyeta ku ji xwepêşandaran pêk tê daxwaza hevdîtinê ya bi endamên KENY’yê re kirin..

Kurdistaniyan daxwaz kir ku dosyaya têkildarî komkujî, talan û qirkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê radestî endamên KENY’yê bikin û diyar kirin ku heta  hevdîtin pêk neyê wê çalakiya xwe bidomînin.

Duh li çewlika Sekreterê Daîmî yê Netewên Yekbûyî Dag Hammarskold civîn hate li darxistin û wê 3’ê rojan bidome. Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonîo Gûterres jî beşdarî civînê dibe.