ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Nîsana 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê wê bê şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê wê werin şopandin.

- Wezîrê Karê Derve yê Swîsreyê Burkhalter got divê Swîsre firotina çekan a ji bo herêmên şer rawestîne.

- Dewleta Tirk hemû cihên dîrokî yên Wanê kirine tîcaretxane. Bi hatina havînê re ji wan kesan ku serdana cihên dîrokî dikin pere têne standin.

- Li gorî lêkolîneke li DYA’yê hatî kirin van 18 salên dawî di komkuijyan de, yên ku li dibistanan pêk hatin, ji tevahiya mirinên sedsala 20’an zêdetir bûne.

- Elmanyayê diyar kir çawa ku par rejîma Erdogan nekarî mîtîngan bike wê ev rewş ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê jî bidome. Li gorî qanûnê partiyên siyasî yên biyanî nikarin mîtîngan bikin.

- Xizmên Windayan weke her roja Şemiyê, îro jî ji bo windayan wê çalakî li dar bixin.