'Bêhnvedan li derya xwînê nabe, tûrîzma Tirk boykot bike'

Kurdistaniyan li gelek bajarên Ewropayê stant danîn û ji bo boykotkirina tûrîzm û malên Tirkan bang kirin.

Kurdistaniyan li gelek bajarên Ewropayê stant danîn û ji bo boykotkirina tûrîzm û malên Tirkan bang kirin.

MONTPELLIER

Li bajarê Montpellier ê Fransayê, Komuna Jinê ya Montpellierê li meydana Comedieyê çalakiyek kir û ji bo boykotkirina tûrîzm û malên Tirkan bang kir. Jinan diyar kirin ku pereyê ji bo tûrîzma Tirk tên dayin digihêjin çeteyên DAÎŞ'ê û li ser mijarê belavok belav kirin. Jinan dagirkeriya Tirk a li Efrînê şermezar kirin û bang li her kesî kirin ji bo xwedî li Efrînê derkevin.

DEN HAAG

Ji bo boykotkirina tûrîzm û malên Tirkan li bajarê Den Haag ê Hollandayê stant hate danîn. Çalkaî li ber Stasyona Navendî ya Holland Spoorê pêk hat, belavok hatin belavkirin û ji bo boykotkirina Tirkiyeyê bang hate kirin. Çalakiyê bala welatiyan kişand.

BERLIN

Çalakiyeke din a bi heman armancê li paytexta Elmanya Berlinê pêk hat. Di hefteya duyemîn a kampanya ji bo boykotkirina tûrîzm û malên Tirkan de li Aleksander Platzê stant hate danîn. Di çalakiyê de ku saet 14'an dest pê kir dowîzên bi nivîsa "Tûrîzma Tirk boykot bike", "Bêhnvedan li derya xwînê nabe" hatin vekirin. Li ser terora ku dewleta Tirk li gelê Kurd dike bi sedan belavok hatin belavkirin. komîteya Amadekar a çalakiyê daxuyaniyek da û işaret bi planên xetere yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê kir. Komîteyê bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku ji her demê bêhtir baldar bin. Çalakiya ji bo boykotkirina tûrîzma Tirkan wê ji niha û pê ve her hefteyê rojên Çarşem û Pêncşemê li navenda Berlinê bidomin.