Wezîrê Karê Derve yê Swîsreyê: Firotina çekan dive raweste

Wezîrê Karê Derve yê Swîsreyê Burkhalter got divê Swîsre firotina çekan a ji bo herêmên şer rawestîne.

Wezîrê Berê yê Karê Dere yê Swîsreyê Dîdîer Burkhalter ku beriya bi 6 mehan îstîfa xwe dabû di bernameyeke qenala televizyonê ya dewletê RTS’ê de axivî û got dive Swîsre firotina çekan a ji bo herêmên ku şer lê heye rawestîne.

Burkhalter bêyî ku nav bide hin welatên ku çekan difiroşin wan li herêmê yan rasterast di nav şer de ne yan jî li hevkarê şerê derveyî sînorên xwe ne û got, ‘’Biya min dive êdî çek ji bo herêmên ku şer lê hene neyên şadin an jî daxwazên kirîna çekan a welatên di nav şer de neyên qebûlkirin û li ser vê dive mirov zelal be.’’

Sekreteryaya Dewletê ya ji Aboriya Swîsreyê Berpirs (SECO) beriya bi çend mehan bi raporekê gotibû Swîsre li gorî 2016’an 8 ji 100’î zêdetir 2017’an firotine û bi bihayê 446 milyon û 813 hezar, 934 frankî çek û malzemeyên çekan dane 64 welatan.

DIVE ÇEKAN NEMA BIFIROŞIN TIRKIYÊ

Li gel zexta hin derdorên demokratîk jî Swîsreyê her çendî daxwaza kirîna çekan a Tirkiyê qebûl nekiribe jî 2017’an bi bihayê 640 hezar frankî zêdetir çek firotibûnê.

Her wiha beriya bi çend rojan 22 Parlamentoya Netewî ya ji partiyên cihê ji ber sedema ku Tirkiye hem li nav xwe û hem li derveyîî xwe şer li dijî Kurdan dike xwestibûn ku firotina çekan a ji bo Tirkiyê were rawestandin.