NÛ BÛ-Li Xîzanê cerdevanan du bira qetil kirin

Cerdvanan gule li welatiyên ji gundê Aladana yê girêdayî Xîzanê ji bo biçin giya kom bikin, reşandin. Di encama gule reşandinê du ciwan hatin qetilkirin.

Cerdevanan li gundê Aladana yê girêdayî navçeya Xîzan a Bedlîsê qetlîamek kir. Cerdevanan gule li welatiyên gundê Aladana yên di saetên sibê de ji bo berhevkirina giya çûbûn zozanan reşan.

Yek ji welatiyê gundê Aladana yê ku nexwest navê xwe eşkere bike agahî da ANF’ê û diyar kir ku êrîşa saet di 08:00’an pêkhatiye de ciwanê bi navê Sînana Karabaş jiyana xwe ji dest daye û gelek welatî jî birîndar bûne.

Welatî anî ziman ku balafiran li cihê bûyerê daniye û li gund di nafa panîkê de ye û bibîr xist ku êrîş ji aliyê cerdevanên gundê Yogûrtlûyê ve pêk hatiye.

Hat ragihandin ku birayê Sînan Karabaş Mevlan Karabaş jî di êrîşê de jiyana xwe ji dest daye.