Gelo Elmanya wê mîtîngên Erdogan qedexe bike?

Gelek siyasetmedarên Kurd ji niha ve xwestin ku mîtîngên Erdogan bixwaze li Elmanyayê bike werin qedexekirin. Balkêş e ku Serokkomar Steinmeier Erdogan vexwend Elmanyayê.

Beriya referandûma 16'ê Nîsana 2017'an di navbera Elmanyayê û desthilatdariya Erdogan de krîzeke giran rû dabû. Li gelek bajarên Elmanyayê mîtîngên referandûmê yên wezîrên AKP'yî hatibûn qedexekirin û bi vî rengî Erdogan weke 'siyasetmedarê nayê xwestin' hatibû îlankirin.

Di navbera Berlin-Enqereyê de dibe ku krîzek mîna 16'ê Nîsanê ji nû ve rû bide. Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan tevî tifaqa xwe partiya nîjadperest MHP'ê biryar da ku 24'ê Hezîranê hilbijartina pêşwext bike. Helwesta hikumeta Merkel a li hemberî vê yekê tê meraqkirin. Ji ber ku Elmanya bi taybetî ji bo desthilatdariya AKP'ê weke depoyeke dengan tê dîtin.

Gelek siyasetmedarên Elmanyayê xwestin ku mîtîngên Erdogan bixwaze li Elmanyayê bike werin qedexekirin. Sekretera Giştî ya Partiya Demokrat a Xiristiyanan (CDU) Annegret Kramp-Karrenbauer destnîşan kir ku divê kampanya hilbijartinê ya li Tirkiyeyê li Elmanyayê neyê kirin.

Kramp-Karrenbauer got, "Em nîqaşên siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê ku jiyana bi hev re ya li bajarên Elmanyayê zehmet dike, naxwazin li Elmanyayê der bibin."

SPD: BILA ERDOGAN KAMPANYA XWE LI MALA XWE BIKE

Parlamenterê Partiya Sosyal demokrat (SPD) Burkhard Lischka jî navê Serokkomarê Tirk bilêv kir û got, "Divê destûr neyê dayin ku çalakiyên li Tirkiyeyê demokrasiya parlamenter ji holê radike li Elmanyayê bên kirin. Bila Erdogan kampanya xwe ya hilbijartinê li mala xwe bike."

Ji lîderên berê yên Partiya Keskan Cem Ozdemîr jî îdîa kir ku qedexeya li ser AKP'ê were ferzkirin wê di hilbijartinê de destê Erdogan xurtir bike. Ozdemîr ji qenala SWR re axivî û diyar kir ku ji bo hilbijartina li Tirkiyeyê bi rengekî wekhev bê kirin, erk û berpirsyarî dikeve ser hikumeta federal jî.

STEINMEIER JI NIHA VE ERDOGAN VEXWENDIYE!

Wekîlê AKP'yî Mûstafa Yeneroglû ji DPA re axivî û îdîa kir ku krîzeke din a mîna referandûma 16'ê Nîsanê wê bi Elmanyayê re rû nede. Yeneroglû ku ji karên AKP'ê yên li Elmanyayê berpirsyar e got, "Di vê dema hilbijartinê de ji bo di navbera têkiliyên Tirk-Elman de krîz dernekeve çi ji destê me bê em êb ikin."

Nayê zanîn bê Erdogan û wezîrên AKP'yî wê li Elmanyayê şovên çawa bikin. Lê belê eşkere bû ku Serokkomarê Elman Frank-Walter Steinmeier Erdogan vexwendiye Elmanyayê. Nûnerekî Serokkomariya Elman ji Spiegelê re axivî û diyar kir ku ev vexwendin çend hefte berê bi pêwendiyeke telefonê ya navbera herdu Serokkomaran de hatiye kirin.