Dozgeriya Elman: Banga boykotkirina malên Tirk yasayî ye

Destlênedana parlamenter AFD’yî Gottschalk, ku dema êrîşa ser Efrînê bang kiribû û gotibû, ‘’Pereyên Tirkên li Elmanya diçine ji Erdogan re,divê em kargehên Tirkan boykot bikn’, ranabe. Dozgeryê got banga boykotê ya ji bo sedemên siyasî li gorî yasayan e.

Endamê partiya AFD’ê (Ji bo Elmanya Alternatîf) Kay Gottschalk ku van demên dawî li Elmanya dengê xwe zêde kirî, serê Çileya bihurî li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê helwesteke tund nîşan dabû û bangek kiribû.

Gottschalk li bajarê Krefeldê ya Eyaleta Rena Bakur Vestalfyayê di civînekê de gotibû, ‘’Ez bang li hemû welatiyan dikim ku kargehên Tirkan boykot bikin. Ji ber ku dahata wan 70 ji 100’î ji Erdogan re diçe. Kurdan li dijî DAÎŞ’ê têkoşiyan û wiha jî kirin ku Elmanya bibe welatekî ewle.’’

Piştî vê bangê li ser Gottschalk lêpirsîn hatibû vekirin, da ku destlênedana li ser wî rabe lê berdevekekî dozger ku ji Rheînîsche Postê re axivî, got, boykotkirina malên Tirkan ne sûc e û gotinên Gottschalk nayê maneya binpêkirina xala 130’î ya destûrê ku teşvîka îsyanê ya ji ber nîjadê an jî dîn a li dijî komeke etnîk qedexe dike.

Ev banga Gottschalk li nav AFD’ê bûbû sedema nîqaşan, berdevkê AFD’ê Burkhard Schoder ji Tirkan lêborîn xwestibû û gotibû, ‘’Ne ji ber ku li NRW’ê gelek endamên me yên Tikr hene lêborînê dixwazim.’’

Gottschalk jî gotibû, gotinên wî şaş hatine fêhmkirin û wiha dom kiribû, ‘’Tirkiye li Sûriyê Kurdan dikuje û kesek deng ji xwe dernaxîne, ez ji vê şaş dimînim û min xwest vê bibêjim.’’