Polîsan avête ser Buroya Hiqûqê ya Gel

Polîsan li Çaglayana Stenbolê avête ser Buroya Hiqûqê ya Gelan, kesek destgîr kirin.

Polîsan avête ser avahiya Buroya Hiqûqê ya Gelan a li Çaglayana Stenbolê. Di dema serdegirtinê de muwekîl Mûlla Zîncîr ê ku ji parêzêrn Buroya Hiqûqê ya Gelan agahî bigre hatibû avahiyê ji aliyê polîsan ve hat destgîrkirin.

Di dema lêgerînê de ti parêzer li avahiyê nebûn û ji bo îmzekirina tutanakan polîs li benda berpirsekê man.

Burya Hiqûqê ya Gelan têkildarî serdegirtina polîsan li ser hesabê xwe yê medya civakî ev tişt diyar kir; “Polîsan bi ser Buroya Hiqûqê ya Gelan a Stenbolê de girt. Di 7 mehan de cara 3’emîne bi ser buroya me de tê girtin. Di dema serdegirtinê de polîsan deriyê avahiya me û cîranên me şkand. Li Buroyê ku parêzer nebûn jî lêgerîn hate kirin. Di dema serdegirtinê de muwekîl Mûlla Zîncîr ji ser sedemê girtinê hat derbkirin û bi êşkenceyê hat destgîrkirin. Serdegirtina destpêkê di 12’ê Îlona 2017’an, cara duyemîn di 18’ê Kanûna 2018’an û ev cara 3’yemîne bi ser buroyê de digrin. Bimre Faşîzim Bijî Têkoşîna me.”