Sibê Kurdistanî li Elmanyayê dadikevin qadan

Li Elmanyayê sibê dagirkeriya li Efrînê û êrîşên bi ser Kurdistanê bi çalakiyan tê protestokirin. NAV-DEM’ê cih û dema çalakiyan eşkere kir û banga bi ruhê netewî tevlîbûna li çalakiyan kir.

Li gelek bajar û navendên Elmanyayê sibê êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Kurdistanê û dagirkeriya li Efrînê bi çalakiyan tê protesto kirin.

NAV-DEM’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand, nerazîbûn nîşanî Elmanyayê da ku çekan dide Tirkiyeyê û banga bi rûhê netewî tevlîbûna li çalakiyan kir. NAV-DEM’ê wiha got; “Sibê li gelek bajar  û navendên Elmanyayê ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Kurdistan û dagirkeriya li Efrînê meş, mîtîng û  çalakî tên li darxistin. Ji bo ku xwînxwariya AKP'ê were nîşandan  û ji bo hesab pirsinê em bang li gelê xwe dikin ku bihêzeke mezin beşdarî çalakiyan bibin.”

CIH Û SEATÊN ÇALAKIYAN

Agahiyên têkildarî çalakiyan wiha ne;

Hannover, seat 13.00, Kropcke –Meş û Mîtîng

Hambûrg, seat 15.00, HBF - Hachmannplatz – Meş û Mîtîng

Munchen, seat 14.00, Marienplatz – Meş û Mîtîng

Darmstadt, seat 14.00, HBF – Meş û Mîtîng

Stûttgart, seat 15.30, Lautenschlagerstr. –Meş û Mîtîng

Freîbûrg, seat 17.00, Alte Synagoge Platz – Meş û Mîtîng

Berlîn, seat 16.00,  li pêşiya dêra Yikik - Kudamm -/ Meş û Mîtîng

Dusseldorf, seat 13.00, li pêşiya avahiya DBG, beramberî HBF  - Meş û Mîtîng