Ji bo Yenî Ozgur Polîtîkayê li Maînzê şev tê lidarxistin

Şeva ji bo piştgiriya Yenî Ozgur Polîtîkayê ku her sal tê lidarxistin, wê 22'ê Nîsanê li bajarê Maînz ê Elmanyayê pêk were. Rojnameyê hemû xwendevan û dostên xwe vexwend şevê.

Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê ku li bajarê Neu-Isenbûrg ê Elmanyayê ye, sala xwe ya 12'an bi şevekê pêşwazî dike. Şeva piştgiriya bi rojnameyê re wê 22'ê Nîsanê roja Yekşemê li bajarê Maînzê pêk were.

Parlamenterê Rihayê yê HDP'yî Osman Baydemîr jî wê weke qiseker tevlî şevê bibe.

Hunermend Beha Şêxo, Comerd, Celoviz, Diyar û Gulseven Medar wê derkevn ser dikê û koma govendê ya Offenbachê wê hunera xwe nîşan bide.

Navnîşana şeva piştgiriyê: "Industriestr. 8-10, 55120 Mainz."