Bûldan: Divê heta 24’ê Hezîranê em nerawestin!

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan got: “Yên dixwazin ji rejîma AKP’ê rizgar bibin, divê heta 24’ê Hezîranê nerawestin, bê westan bixebitin.”

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, tevlî protestoya ‘Projeya Derbasbûna Tup a Korfezê” bû. Gelek kes tevlî çalakiya li Balikçilar Barinagi a ji aliyê Meclîsa Ekolojî ya Kongreya Demokratîk a Gelan û Rêxistinên Ekolojî ve hate lidarxistin bûn. Di çalakiyê de pankarta “ Ji projeya talan û rantê ya derbasbûna korfezê re na” hate vekirin.

Hevseroka HDP’ê ya bajêr Semra Ûzûnok anî ziman ku rê nadin pêkanîna vê projeyê.

‘EM RÊ NADIN KU ÎZMÎR BÊ TALANKIRIN’

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan peyama “Em rê nadin polîtîkayên rand û talankirinê ya vê Îzmîra xweşik” da.

Bûldan got: “Ev proje wê ne herdu aliyê Îzmîrê bigihîne hev. Ev proje wê herdu aliyên AKP’ê bîne ba hev. Em weke HDP’ê em li dijî projeyên bi vî rengî rawestin.”

 ‘DÎROKA BIDAWÎKIRINA PROJEYÊN AKP’Ê…’

Bûldan bi berdewamî got: “EM weke HDP li cem gelên Îzmîr û Tirkiyeyê cih digirin. 24’ê Hezîranê dîrokeke dawiya projeyên AKP’ê ye.” û wha pêde çû:

“Li Îzmîrê bi hev re têkoşîn kirin, dem dema wan li sindoqan fetisandinê ye. 24’ê Hezîranê ne tenê li vir; wê li dijî projeyên wan ên li zozanan, daristanan, bax û baxçeyan avakirî her kes rabe ser lingan e. Divê her kes li dijî AKP’ê rabe ser xwe. Weke yên ku dixwazin din ava 2 mehan de ji AKP’ê rizgar bibin, heta 24’ê Hezîranê nerawestîn, bê westan kar bikin. Li dijî vê hişmendiya direwîn, bi hev re li dijî vê hişmendiya talanker em ê bi hev re kar bikin. Em weke HDP ji vê hilbijartinê re amade ne.”