Elmanya wê destûrê nede mîtînga hilbijartinê!

Elmanyayê diyar kir çawa ku par rejîma Erdogan nekarî mîtîngan bike wê ev rewş ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê jî bidome. Li gorî qanûnê partiyên siyasî yên biyanî nikarin mîtîngan bikin.

Beriya dengdana referandûmê ya 16’ê Nîsana 2017’an navbeyna Erdogan û Elmanya xira bûbû  Li gelek bajaran mîtîngên wezîrên AKP’yî hatibû qedexekirin û ji bo ku rejîma Erdogan nikaribe mîtîngên hilbijartinê bike yasa hatibû derxistin.

Dema ku Sîgmar Gabrîel wezîrê karê derve bû bi qanûnekê hatibû astengkirin ku nûner û siyasetmedarên dewletên biyan mîtîngên hilbijartinê bikin. Li welatên navborî beriya hilbijartinê bi 3 mehan bi yasayekê hatibû qedexekirin ku her cure xebatên ji bo hilbijartinê werin qedexekirin.

Hezîrana bihurî ev qanûna Elmanya ji nûnertiyên welatên biyan re hate şandin. Hate gotin ku ev qanûn wê ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê ku bi tifaqa Erdogan û MHP’ê biryara wê hatiye stanin jî, domdar be.

Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Elman got heman qanûn hilbijartinên pêşwext ên Tirkiyê jî vedihewîne û ji bo vê jî wê ji bo mîtîngên rejîma Erdogan destûrê nedin. Rayedarê Elman got yasaya ku destûrê nade siyasetmedarên biyan propagandayê bikin ne ji bo Tirkiyê tenê wiha ye lê ji bo hemû welatên endamên YE’yê jî wiha ye.

Berdevkê hikûmeta Merkel Steffen Seîbert got heta niha Erdogan ti daxwazek nekiriye ku li welatê wan mîtîngê bike. Her wiha diyar bû ku Serokkomarê Elman Frank-Walter Steînmeîer wê piştî hilbijartina 24’ê Hezîranê Erdogan li welatê xwe pêşwazî bike.

EWROPA WEKE 16’Ê NÎSANÊ BIRYARDAR E

Serokwezîrê Avûstûryayê Sebastîan Kurz jî duh bi daxuyaniyekê got, ‘’Hikûmeta Erdogan bi salan e ku hewl dide ji wan kesan ku bi eslê xwe Tirk in sûd werbigire. Avûstûrya naxwaze ku kampanyaya hilbijartina Tirk were kirin û em ê destûrê nedin.’’

Ji vê rewşê diyar dibe ku weke beriya referanduma 16’ê Nîsanê Ewropa li dijî şowên rejîma Erdogan wê dîsa bi helwesteke zelal be.