Stêrk TV û Medya Haber wê ji bo Efrînê weşana zindî bikin

Stêrk TV û Medya Haber TV, ji bo destekê bidin kampanya Heyva Sor a Kurdistanê ya bi navê "Kampanya Mezin a Alîkariya Neteweyî ya ji bo Efrînê", 21'ê Nîsanê roja Şemiyê (sibe) wê weşaneke hevpar bikin.

Stêrk TV û Medya Haber TV, ji bo destekê bidin kampanya Heyva Sor a Kurdistanê ya bi navê "Kampanya Mezin a Alîkariya Neteweyî ya ji bo Efrînê", 21'ê Nîsanê roja Şemiyê (sibe) wê weşaneke hevpar bikin. Weşan tevahiya rojê wê bidome û ji saet 18.30'an û pê de ji bo alîkariya Efrînê kesên ku bixwazin alîkariyê bikin wê bi telefonê li qenalên televîzyonê bigerin. 

Heyva Sor li ser malpera xwe derbarê weşanê dibêje, "Heyva Sor a Kurdistanê beriya niha jî ji bo Efrînê kampanyaya alîkariyê dabû destpêkirin. Bi vê kampanyayê alîkariya madî ya ku gihayî ser hev ji bo derman, malzemeyên tenduristiyê û cîhazên tibî hatin bikaranîn. Armanca vê kampanyaya me ew e ku em ji pêdiviyên sereke yên bi sed hezaran Efrîniyan re bibin alîkar ku ji Efrînê koç kiribûn û xwe li Şehbayê girtine."

EM EFRÎNIYAN BI TENÊ NEHÊLIN

Heyva Sor a Kurdistanê diyar kir ku kampanya wê li hemû welatên Ewropa û Skandînavyayê, li Japonya, Awûstûralya, Amerîka û Kanadayê li gel saziyên alîkariyên yên Kurd bi rengê komkirina ser hev a alîkariya madî be û got, "Em bi sed hezaran Efrîniyan bi tenê nehêlin ku ji ber sedema êrîşên dewleta dagirker û çeteyên wê yên barbar û dagirkeriya wan neçar man ku şûnwarên xwe berdin. Em alîkariya xwe di ser Heyva Sor a Kurdistanê re bigihînin gelê xwe. Heyva Sor a Kurdistanê ji bo ku alîkariya we di dema xwe de bigihîne cih hemû haziriyên xwe temam kirine û li benda alikariya we ye."

EM HEMÛ DERFETÊN XWE SEFEBER BIKIN

Heyva Sor a Kurdistanê bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ku bi xurtî destekê bidin kampanyayê û ev bang kir: "Çawa ku em bi berpirsyariyeke mezin û exlaqî tevlî kampanyayên alîkariyê yên ji bo gelê me yê li Kobanê, Şengal û bajarên Bakurê Kurdistanê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin wêrankirin bûn, bi heman berpirsyariyê em ji bo gelê xwe yê li Efrînê jî derfetên xwe seferber bikin."

Heyva Sor a Kurdistanê bi vê kampanyayê re heta niha malzemeyên tibî û tenduristiyê yên bi buhayê 250 hezar Euroyî, 15 hezar û 200 paketên madeyên xwarinê ku her paketek 53 kîlo ye, destpêka meha Nîsanê 26 qemyonên ji malzemeyan û hefteya bihurî jî 2 qemyonên ku barê xwe malzemeyên tenduristî û paqijiyê bûn gihand Efrînê.