Partiyên Çep ên Swîsreyê piştgirî dan HDP'ê

Partiyên Çep ên li Swîsreyê, beriya hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên li Tirkiyeyê daxuyaniyek dan û piştgirî dan HDP'ê.

Nûnerên Partiyên Çep ên Swîsreyê û HDP'ê li bajarê Lozanê yê Swîsreyê di civînekê de li hev rûniştin. Ji Solidarite Jean Michel Dolivo, ji Partiya Karker-POP Vincent Keller, ji Partiya Keskan Illias Panchard û ji Partiya Sosyalîst Nicolas Rochat tevlî civînê bûn û destek dan HDP'ê. Partiyên Çep xwestin, namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş bê berdan.

Parlamentera Sêrtê ya HDP'yî Besîme Konca û Nûnerê HDP'ê yê Ewropayê Eyup Korû jî tevlî civînê bûn.

Konca got, "Em partiyeke klasîk nînin. Partiyeke ku daxwaza azadiya jin û ciwanan dikin. Lewma êrîşên giran li me tên kirin. Li Tirkiyeyê demeke dirêj e ku faşîzm li ser mirovan tê ferzkirin."

Konca bi dewamî got, "Di vê hilbijartinê de jî bi pêşengiya CHP'ê feraseta neteweperestan li hev civiya. Li aliyê din jî tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ava bû. Em jî weke gelên bindest xwe bi HDP'ê ji hilbijartinê re amade dikin. 7'ê Hezîranê HDP ji bendê derbas bû û pêşî li destpêkirina dîktatoriyê girt. Niha jî yekane partiya ku dikare vê bike HDP ye."

Nûnerên Partiyên Çep ên Swîsreyî jî destek dan HDP'ê û Demîrtaş.