Li Pirsûsê çi qewimî?

Li navçeya Pirsûs a Rihayê, çeteyên AKP'ê bi çekan êrîş birin ser HDP'yiyan. Ji ber êrîşê 5 kes mirin, 9 kes jî birîndar bûn. Medya AKP'ê bi yek dengî dest bi derewan kir û got, "PKK'ê êrîş kiriye".

Êrîş 14'ê Hezîranê roja Pêncşemê hate kirin. Beriya niha bi 3 salan, 20'ê Tîrmeha 2015'an dîsa li Pirsûsê komkujiyek hatibû kirin, 34 kes hatibûn kuştin û zêdeyî 100 kes jî birîndar bûbûn. Komkujiya li Pirsûsê beriya hilbijartina 7'ê Hezîranê hatibû kirin. 

Vê carê jî berî hilbijartinê êrîş hate kirin. Lê li şûna bombeyan, vê carê çek bi kar anîn. Kesên ku çek di destê wan de hebû, eşkere bûn. Yên ku bûn hedefa guleyan jî HDP'yî bûn. Ev komkujî ji aliyê medya AKP'ê ve bi çîrok û sernavên berê hatibûn amadekirin, hate weşandin. Saziyên medyayê û rojnamevanên bûne dûvikê desthilatdariyê, bi çîroka ku ji navendekê hate nivîsandin, gotin "PKK'ê êrîş kiriye". Yên ku li vî welatî dijîn, yên ku vê medyayê û desthilatdariyê nas dikin, baş zanin bê nûçeyên ji navendekê tên amadekirin ji bo nixumandina sûcekî ne.

LI PIRSÛSÊ ÇI QEWIMÎ?

10 roj beriya hilbijartinê li Pirsûsê çi qewimî? Li gorî şahidan û parêzvanên mafên mirovan, namzetê AKP'ê yê parlamenteriyê Îbrahîm Halîl Yildiz di çarçoveya gera xwe ya hilbiartinê de çû dikana esnafê bi navê Haci Esvet Şenyaşar û jê deng xwest. AKP'iyan bi rojan zext li heman esnafî dikirin. Şenyaşar jî jê re got, "Em deng nadin we." Piştî ku malbata Şenyaşar a ku AKP'iyan gef li wan dixwarin heman bersiv da AKP'iyan, birayê wekîlê AKP'yî sîle li rûyê birayê Şenyaşar Celal Şenyaşar xist. Piştre jî gule li wan reşand. Yên ku êrîş kirin AKP'î bûn. Mîna rêxistineke çete, mîna mafyayan 'karê hilbijartinê' dikirin. Rê û rêbaza wan a xwestina dengan jî çek, şîdet û zordarî bû.

LI NEXWEŞXANEYÊ TUPÊ OKSÎJENÊ LI SERÎ XIST Û EW KUŞT

Dema ku AKP'iyan gule li malbata Şenyaşar a li hundirê dikanê reşandin, kurê Haci Esvet Şenyaşar Celal Şenyaşar di cih de jiyana xwe ji dest da. Her du birayên din ên birîndar jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Haci Esvet Şenyaşar ê ku li cihê bûyerê li wî dabûn, ji bo zarokên xwe çû nexweşxaneyê. Lê belê endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya AKP'ê, parlamenter û namzetê parlamenteriyê Îbrahîm Halîl Yildiz jî li wir bû. Xizmên Yildiz li nexweşxaneyê jî dest bi êrîşê kirin. Li gorî şahidan, li ber deriyê nexweşxaneyê Haci Esvet Şenyaşar lînç kirin. Kurê wî Mehmet Şenyaşar bi birîndarî rakiribûn nexweşxaneyê. Lê li nexweşxaneyê tupê oksîjenê li serê wî dan û ew kuşt.

Hate ragihandin ku birayê parlamenterê AKP'yî Mehmet Alî Yildiz û parêzvanekî wî yên rakirin Nexweşxaneya Mehmet Akîf Înan a Rihayê, bûn qurbanê vê şîdeta ku wan rê li ber vekirin.

KAMERAYÊN NEXWEŞXANEYÊ ŞIKANDIN!

Sûcên ku AKP'iyan kirin, ne tenê cînayetên bi rengê wehşî bû. 9 kes jî ji ber terora AKP'ê birîndar bûn. Piştî ku birîndar rakirin nexweşxaneyê, kamerayên li nexweşxaneyê jî şikandin. Çavkaniyên herêmî gotin, ev yek bi zanebûn hatiye kirin. Ji xwe AKP'iyan hem li ber nexweşxaneyê hem jî li hundirê wê, terora xwe dewam kirin.

Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci jî di hesabê xwe yê medya civakî de wêneyê kamerayeke nexweşxaneyê ya hate şikandin weşand. Fîncanci li binî wiha nivîsand: "Kamerayên li nexweşxaneyê jî şikandine. Xuya ye ev êrîş plankirî ye!"

BI RÊBAZA DAÎŞ'Ê KUŞTIN: QIRIKA WÎ JÊ KIRIN

Îdîayeke din a tirsnak heye. Fîncanci di peyameke xwe ya din de wiha nivîsand: "Yek ji DBP'yiyan bi tupê oksîjenê yê li serî xistin kuştin. Bi debanceyê li yekî din reşandin û qirika yekî din bi kêrê jê kirin."

SEROKÊ CHP'Ê YÊ PIRSÛSÊ: BAV Û KUR LI NEXWEŞXANEYÊ HATIN KUŞTIN

Serokê CHP'ê yê Pirsûsê Servet Goren jî bal kişand ser hovîtiya li nexweşxaneyê. Goren diyar kir ku Haci Esvet Şenyaşar û kurê wî li nexweşxaneyê hatin kuştin. Goren got, "Îbrahîm Halîl Yildiz û birayên wî ketin hundirê dikanekê. Piştî ku esnaf nerazîbûn nîşan da, bi çekê êrîşî wî kirin. Bav û kurê ku birin nexweşxaneyê, li wir hatin kuştin."

ÎRGÎL: GELO BIRÎNDARAN XWE LI NEXWEŞXANEYÊ KUŞTIN?

Parlamenterê CHP'ê yê Bûrsayê Dr. Ceyhûn Îrgîl jî li ser êrîşê işaret bi AKP'iyan kir û li ser hesabê medya civakî ev pirs pirsî:

"- Gelo mirovek dikare bi çekê êrîşî heyeteke ku hatiye dikana xwe bike?

- Ji kesên ku dibêjin 'êrîş kirine' 3, ji êrîşkaran jî kesek miriye.

- Kesên ku dibêjin 'êrîş kirine' bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê. Gelo wan nexweşxaneyê xwe kuştin?

TTB: LI NEXWEŞXANEYÊ KÊMASIYÊN MEZIN ÊN EWLEKARIYÊ HEYE

Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) li ser bûyera li nexweşxaneya dewletê qewimî daxuyanî da. TTB'ê got, "Du ji kesên mirin, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Ev yek nîşan dide ku li nexweşxaneyê kêmasiyeke cidî ya ewlekariyê heye."

HDP'Ê JI BO DU ROJAN ŞÎN ÎLAN KIR

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji ber êrîşa li Pirsûsê ji bo du rojan şîn îlan kir. HDP wê 2 rojan li navçeyê karê hilbijartinê neke.

HDP'ê ji bo ewlekariya hilbijartinê bang li Wezaretên Karên Hundir û Edaletê kir ji bo bi erka xwe rabin û got, "Em bang li gelê Pirsûsê, raya giştî ya demokratîk û tevahiya Tirkiyeyê dikin ku li dijî provokasyonan hay ji xwe hebin û bi aqlê selîm tevbigerin."

MEDYA AKP'Ê LI KIRYARAN MIKUR HAT

Nûçeyên ku piştî hovîtiya li Pirsûsê di medya AKP'ê de hatin weşandin, mîna mikurhatina li xwe bûn. Amûrên propagandayê yên dîktator, bi yek dengî gotin "PKK'ê êrîş kir."

Çend ji van sernavan wiha ye, ku kesên vê desthilatdariyê û medyayê nas dikin dizanin bê tên çi wateyê:

Yenî Şafak: PKK'ê êrîşî wekîlê AK Partiyê kir. Star: Heyeta AK Partî bû hedefa PKK'yiyan. Sabah: Li dijî heyeta AK Partî êrîşa xayin. Turkiye: PKK'ê êrîşî AK Partiyiyan kir. Akşam: PKK'ê fîşek li AK Partiyiyan reşand.

Sernavê ku di Milliyetê de hate weşandin jî çavkaniya hemû nûçeyan eşkere kir. Di manşetê de ev gotinên Erdogan hate weşandin: Kekê wekîlê me ji aliyê PKK'ê ve hate kuştin."

WEKÎLÊ MAFYA YÊ AKP'Ê: ÎBRAHÎM HALÎL YILDIZ

Wekîlê AKP'î û namzetê parlamenteriyê yê dema nû Halîl Yildiz bi karê xwe yê mafya rastiya xwe radixe pêş çavan. Yildiz, Nîsana 2017'an di dema referandûma destûra bingehîn de bi 20 çekdarên xwe avêtibû ser dibistanekê û serokê sindoqê û wezîfedar dîl girtibû.