HDP: Divê şer û xwîn tevlî hilbijartinê nebe

HDP a ku têkildarî êrîşa namzetên AKP’ê ya li navçeya Pirsûsê ku 5 kesan jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek da û diyar kir ku divê xwîn di hilbijartinê de neyê rijandin û banga hestyariyê li her kesê hate kirin.

Desteya Rêveber a Navenda HDP’ê têkildarî jiyana xwe ji dest dana 5 kesên di encama êrîşa bi çek a namzetê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz û zilamên de, daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt gatin gotin: “Di bûyera li Pirsûsê rûdayî de hetan niha li gorî agahiyên gihiştîn ber destê me 3 esnaf bi giştî 5 kesan jiyana xwe ji dest daye, 8 kes jî birîndar bûne. Di serî de sersaxiyên ji malbatên kesên wan jiyana xwe ji dest dane re dixwazin û ji bo birîndaran jî şifaya xêrê dixwazin. Bang li gelê Pirsûsê raya giştî ya demokratîk û hemû Tirkiyeyê dikin ku li dijî provakasyonan bi hestyar tevger bikin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê hikûmet û çapemenî zimanekî berpirs bikar bîne û wiha hate gotin: “Divê dezgehên çapemeniyê dev jî berevajîkirina bûyerê û bi îdîayên bê bingeh ku bûyerê kûrti bike berde. Bang li Serokwezîr, Wezîrê Karê Hundir û Edaletê dikim. Ji bo bi ewlekirina xebatên hilbijartinê, divê tiştên pêwîst bi lezgîn bên kirin.

Erka we xebatekî bi ewle ya hilbijartinê pêkanîne. Bang li dozgeran dikin ku bi lezgîn li Pirsûsê li cihê bûyerê û li nexweşxaneyê ji bo komkirina delîlan bi kera xwe rabin dikin. Divê her kes bi hestyar tevger bike, xebatên hilbijartinê bi awayê demokratîk bi rê ve bibe. Divê xwîn û şer tevlî hilbijartinê nebin.”