Yelken ê CHP'yî: AKP mîna marê birîndar êrîş dike

Serokê Duyemîn ê Eyaleta NRW ê CHP'ê Salman Yeken ku li navenda dengdanê ya Konsolosxaneya Tirk a Kolnê wezîfedar e got, "AKP piştî ku fêhm kir têk diçe, mîna marê birîndar bûye êrîş dike."

Dengdana li Ewropayê hefteyek li pêy xwe hişt. AKP'yî her roj serî li hîleyekê didin. Serokê Duyemîn ê Eyaleta NRW ê CHP'ê Salman Yeken ku li navenda dengdanê ya Konsolosxaneya Tirk a Kolnê wezîfedar e got, "AKP piştî ku fêhm kir têk diçe, mîna marê birîndar bûye êrîş dike."

AKP li Elmanyayê jî di dengdanê de hemû derfetên dewletê bi kar tîne û hîleyan dike. Bi vê armancê li ber konsolosxaneyan pere û madeyên xwarinê belav dike, bi rêya wezîfedarên li ber sindoqan ku ji meleyan pêk tê hewl dide berê dengdêran bide AKP'ê û astengiyan derdixîne pêşiya dengdêrên HDP û CHP'ê. Yek ji kesên hewl didin pêşî li vê yekê bigirin, Serokê Duyemîn ê Eyaleta NRW'ê yê CHP'ê Salman Yelken e ku li navenda dengdanê ya li Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Kolnê wezîfedar e. Yelken destnîşan dike ku AKP ji ber tengav bûye hîleyan dike.

Salman Yelken da xuyakirin ku mîna li Tirkiyeyê, AKP'yî li Ewropayê jî di dengdanê de karên ne li rê dikin û got, "Mînak; dengdêrên extiyar tên, nikarin bi tena serê xwe deng bidin. (Li gorî fermannameyê, divê yek jê re bibe alîkar ji bo karibe dengê xwe bide). Sermeselê, dema ku dengdêr bi Kurdî diaxive, nerazîbûnê nîşan didin û nahêlin kes jê re bibe alîkar. Astengiyan derdixînin. Dema dengdêrê wan be û nikaribe bi tena serê xwe dengê xwe bide, em destûrê didin wan. Lê belê ew ji me re dibin asteng."

Yelken diyar kir ku AKP ji xurtbûna mûxalefetê ditirse û wiha dewam kir: "Ditirsin ku têk biçin. Girse û coşa mûxalefetê ya li meydanan dibînin. Bawerim ji Tirkiyeyê zext li yên li vir dikin. Ketine nava panîkê. Lewma serî li rê û rêbazên bi vî rengî didin. Li cihekî nêzî navenda dengdanê, mîna li Tirkiyeyê paketên ji komir, miqarne belav dikin. Li cihekî weke Elmanyayê radibin xwarinê belav dikin."

Yelken da xuyakirin ku tirsa têkçûnê ketiye dilê AKP'ê û got, "Mûxalefet dengê xwe zêde dike. Selahattîn Demîrtaş girtî ye, lê alîgirên wî zêde ne. Mûharrem Înce li qadan e. Mînakên mîtîngên li Amedê û Konyayê hene. Dema ku ew vê girseyê û qelebalixiyê dibînin tirtsa têkçûnê dikeve dilê wan. Mîna marekî birîndar êrîş dikin."