Demîrtaş li ser êrîşa li Pirsûsê daxuyanî da

Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Demîrtaş ku li girtîgeha Edîrneyê dîl girtî ye, li ser êrîşa doh a li Pirsûsê daxuyaniye da.

Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş, li ser êrîşa çekdarî ya doh a li Pirsûsê ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes birîndar bûn, li ser hesabê xwe yê twitterê mesajek da:

Daxuyaniya Demîrtaş wiha ye:

"Rehma Xwedê li kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dane, be. Sersaxiyê ji xizmên wan, şîfa xêrê jî ji birîndaran re dixwazim. Bûyereke gelekî tirsnak e. Bi lêpirsîneke xurt divê rastî teqez bê eşkerekirin.

Divê welatiyên me nekevin xefika provokasyonan û bi îtîdal tevbigerin. Kesên ku dixwazin di hilbijartinê de zext û şîdetê bikin û xwînê birijînin, divê hûn hewesa wan di ber wan de bihêlin. Tiştek ji canê mirovan hêjatir nîne."