Demîrtaş: Erdogan ê çûyînê ye; em bi vê bîr û baweriyê bixebitin

Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş destnîşan kir ku Erdogan 'ê çûyînê ye' û ji her kesî xwest ku bi vê bîr û baweriyê bixebitin.

Demîrtaş diyar kir, dema ku HDP ji bendê derbas bû, wê dawî li desthilatdariya Erdogan bê û got, wêrekî bi bayê bezê belav dibe.

'GEL DIKARE ME JI GIRTÎGEHÊ DERXÎNE'

Nazmetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş ku dîl girtî ye, ji girtîgehê bersiv da pirsên nûçegihanê Stêrk TV Aslan Aslan.

Demîrtaş diyar kir ku bi dîlgirtina wan re xwestine serî li HDP'ê bidin tewandin û hêza wan a rêxistinî ji hev belav bikin. Demîrtaş got, "Yê ku ez şand vir ne dadger e, Erdogan bi xwe ye. Lewma yê ku min ji vir derxîne jî dadger nîne, gelê me ye ku li ber zilma Erdogan radibe. Gelê me ji bo azadiya xwe çiqasî li ber xwe bide û bi ser bikeve, zindan jî wê bi wî rengî vala bibin."

'ERDOGAN KETIYE NAVA PANÎKÊ, LEWMA XWE WERÎSÊ SÊDARÊ XISTIYE DESTÊ XWE'

Li ser gefên Erdogan ên ji bo darvekirinê jî Demîrtaş got, "Erdogan gelek caran dîn û har dibe. Û asta êrîşkariya xwe jî bilind dike. Bêguman eger jê bihata wê bixwasta îdam bike. Lê belê vê yekê weke amûreke pûç ji bo parastina dengê neteweperestan bi kar tîne. Neteweperest jî êdî bi vê naxapin. Bi van gavan her carê xwe hinekî din diherimîne. Li ber têkçûnê ye, lewma ne zane çi dibêje, ne jî zane çi bibêje. Ketiye nava panîkê, lewma werîsê sêdarê xistiye destê xwe. Lê ew werîs jî nikare wî rizgar bike."

'EGER EM LI BINÊ BENDÊ BÊN HIŞTIN, MÛXALEFET WÊ BI TEMAMÎ WINDA BIKE'

Demîrtaş işaret bi girîngiya derbasbûna HDP'ê ji bendê kir û got, "Girîng e her kes bi xurtî li dora HDP'ê bicivin. Eger em li binê bendê bên hiştin, ev yek wê were wateya têkçûna tevahiya mûxalefetê. Êdî berpirsyariya hevpar a hemû hêzên demokrasiyê ye ku dengên HDP'ê bên parastin. Eger Erdogan û AKP di hilbijartinê de têk biçin, ji bilî qebûlkirinê nikarin tiştekî din bikin. Bila kes xeman nexwe, eger têk biçin wê biçin."

'ERDOGAN Ê ÇÛYÎNÊ YE; EM LI GORÎ WÊ BIXEBITIN'

Li ser gef û êrîşên rejîma AKP'ê yên li dijî Qendîlê jî Demîrtaş got, "Bi hewldanên wiha re dixwazin dengdêran bixin nava tirs û fikara ewlekariyê, çavê dengdêran bitirsînin û dengan bidin hev. Lê belê bandora vê yekê bi qasî ku tine ye, kêm e. Kes nema dikeve xefikên pûç û erzan ên Erdogan. Erdogan ê çûyînê ye. Divê mirov ji vê yekê bawer bikin û bêyî xwe sist bikin bixebitin. Civaka Tirkiyeyê roj bi roj baştir têdigihêje ku pirsgirêka ewlekariyê bi demokrasî û aştiyê çareser dibe."

'WÊREKÎ BI BAYÊ BEZÊ BELAV DIBE'

Demîrtaş got, "Eger HDP ji bendê derbas bibe, ev yek wê were wateya têkçûna Erdogan, êdî hilbijartina pêşwext nabe" û herî dawî ev mesaj da: "Wêrekî û tirsonekî ne dûrî hev in. Hema bêjin bi hev ve ne... Wêrekî niha bi bayê bezê belav dibe û berpirsyariya me ye ku em vê yekê mezin bikin. Pêşeng ew kes in ku berî her kesî tirsê û tarîtiyê ji holê radikin. Eger pêşeng jî bitirse, wê zilm mayinde bibe, faşîzm veguhere rêveberiyeke demdirêj. Em pê bawerim ku me berê Tirkiyeyê daye wêrekiyê."