Li Edeneyê nîjatperestên Tirk êrîş birin ser bûroya HDP’ê
Li Edene navçeya Yuregîrê komeke nîjatperestên Tirk êrîş bire ser bûroya hilbijartinê ya HDP’ê. Êrîşkaran alayên HDP’ê rakirin û avêtin erdê.
Li Edene navçeya Yuregîrê komeke nîjatperestên Tirk êrîş bire ser bûroya hilbijartinê ya HDP’ê. Êrîşkaran alayên HDP’ê rakirin û avêtin erdê.
Piştî ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi daxuyaniyên xwe HDP kire hedefa xwe û gef li HDP’ê xwar, êrîşên li ser HDP’ê zêde bûn.
Komeke nîjatperest a Tirk li Edene Yuregîrê, êrîş bire ser bûroya hilbijartinê ya HDP’ê ya li taxa Yamaçê.
Li gorî agahiyan alayên HDP’ê yên li derdora bûroyê hatin rakirin û avêtin erdê.