Lêkolînerê Misrî Seîd: Dengê Kurdan di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de diyarker e

Lêkolînerê Misrî Kerîm Seîd tekez kir ku wê Kurd di hilbijartina 24’ê Hezîranê yên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê de ser bikeve û wê 13 ji sedî deng bi dest bixe. Seîd bibîr xist ku Erdogan tengav bûye û partiya wî di aloziyan de ye.

Lêkolînerê Misrî yê navenda EL-Ehram a lêkolînên siyasî û stratîjîk Kerem Seîd li ser hilbijartinên 24’ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyêyê ji ANF’ê re axivî. Seîd amaje bi wê yekê kir ku tevî astengiyên dewlata Tirk li ser namzetên HDP’ê, derfeteke mezin li pêşiya wan heye ku di hilbijartinan de bi ser bikevin.

‘REWŞA ABORIYA TIRKIYE XIRAB E’

Seîd diyar kir ku ji ber rewşa aloz a hikûmeta Tirkî û pirsgitêkên mezin ên di encama siyaseta AKP’ê de der ketin, Erdogan dema hilbijartinan bi pêş ve xist. Her weha li ser paşketina dahata Erdogan û partiya wî got: "Rewşa aborî li Tirkiyê pir xirab e, ev yek bi sedema siyasetên neyinî yên AKP’ê li hundir û derveyê welêt çê bûye, Erdogan li paş ketiye û wê di 24’ê Hezîranê de ev tişt xuya bike."

‘AKP Û ERDOGAN PIR QELS BÛYE’

Lêkolînerê Misrî Seîd bal kişan ser têkiliyên Tirkiye, Erdogan ên bi welatên cîran re û wiha pêde çû: "Hilbijartinên Tirkiyêyê di rewşeke cuda de tê bi rê ve birin. Ev rewşa cuda girêdayî mercên herêmî û navneteweyî ye. Ji ber siyasetên Erdogan, têkiliyên Tirkiyêyê bi gelek welatên Ereban re aloz in, wisa dagirkeriya wê ji Efrînê re bû sedema afirandina pirsgirêkên mezin ku ew jî bûne kelem li pêşiya pêkanîna aramiyê di herêmê de. Nêzîkatiya Enqerayê bi Rûsya û Îranê re hişt ku peywendiyên wê bi Amerîkayê re tevlî hev bibin. Ev hemû rewşa Tirkiyêyê astengdar kirin, ji lew re helwesta AKP’ê û Erdogan pir qels bûye."

Di derbarê derfetên HDP’ê û rikberiya Tirkî bigiştî ya hilbijartinan de, Seîd got ku şensekî mezin li pêşiya wan heye da AKP’ê birûxînin û wisa dom kir: "Rikberî dikare di tûra pêşî de dengên AKP’ê kêm bike, ev yek rê dide ku di tûra duyemîn de namzetekî hilbijêrin û li paş wî bi yek dengî bin, wê demê wê nehêlin ku Erdogan piraniyekê qezenc bike. Ya ku ew texmîn dike wê 60 ji sedî bi dest bixe. Wisa wê rikberî bibe xwedî helwesteke bi hêz û ev yek dihêle ku guhertineke mezin çê bibe."

‘ERDOGAN JI DEMÎRTAŞ PIR DITIRSE’

Lêkolînerê Misrî Kerîm Seîd destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê ji namzetê HDP’ê, Selahetîn Demîrtaş pir bi tirs e, lewma astengiyên mezin li pêşiya kampanyaya wî ya hilbijartinan datîne û ev nirxandin kir: "Tevî ku Demîrtaş di gitîgehê de ye, lê hê jÎ di biryareke ji dadgehê di derbarê w de der neketiye, ev yek li dijî yasayê ye. Ji aliyekî din ve, dewleta Tirk nahêle namzetê HDP’ê bi serbestî kampanya xwe bi rê ve bibe, ev jî li dijî zagonên mirovahiyê ye û rewşeke neyinî di atmosfîra welat bigiştî de çêdike. Erdogan ji Demîtaş ditirse û dizane ku gel li pişta wî ne, ew gelên aştîxwaz û hezkerên demokrasiyê ne."

‘DAGIRKIRINA TIRKIYE YA EFRÎNÊ, BERÊ WÊ DAYE RÊYEKE NE DIYAR’

Di dawiya axiftina xwe de, lêkolînerê Misrî Kerem Seîd rewşa destêwerdana dewleta Tirk di bakurê Sûriyê de jî nirixand û got: "Dagirkeriya artêşa Tirkî ji Efrînê re planeke gemar bû, Erdogan xwest ku helwesta xwe di hundirê Tirkiyêyê de xurt bike, lê ev yek encamên neyinî li ser aboriya welêt anî. Ji dema dagirkeriyê ve û lîreya Tirkî ber bi hiweşandê ve diçe. Niha jî gefan li Minbicê dike û dixwaze ji raya giştî re bibêje ku wî û Amerîkiyan derbarê Minbicê li hev kirine, da bêhtir alîgiran bi dest bixe, lê ev nêrîna wî şaş e. Ji ber ku aborî wê bibe xaleke diyarker di hilbijartinan de. Bi giştî, siyasetên Erdogan di Sûriyê de bûne sedema dirêjkirina krîzê, di heman demê de berê Tirkiyêyê dane rêyeke ne diyar."