'Em şehîdên Qirkirina Suryaniyan a 1915 bi rêzdarî bi bîr tînin'

MUB: Gelê Suryanî hê jî bi êş û travmaya qirkirina beriya 103 salan e. Lê belê hêzên serdest û hikumetên Komara Tirkiyeyê ku dewama Osmanî ye, vê qirkirinê înkar dikin.

Kongreya Gelan a Mezopotamyayê (MUB) şehîdên Seyfo bi bîr anî.

Di daxuyaniya MUB'ê de hate ragihandin, zîhniyeta ku sala 1915'an gelên Xiristiyan ên xwecih ên Mezopotamya û Anatoliyê qir kir, niha jî gefê li gelên Rojhilata navîn dixwe.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di salên 1914 û 1915'an de li herêma Colemêrgê, piştre jî li herêmên Serhed, Amed, Riha, Semsûr, Meletî û Tûrabdînê, li dijî gelên Suryanî-Asûrî-Aramî-Keldanî, Ermenî qirkirineke berfireh dest pê kir. Ev qirkirin hate berfirehkirin û li dijî gelê Helen Pontûs ên li Derya Reş jî hate kirin. Heta sala 1925'an bi rengekî bê navber dewam kir.

Ji gelên Xiristiyan nêzî 2 milyon kes bi xwînxwarî hatin kuştin. Bi sed hezaran mirov neçar hatin hiştin ku cih û warê xwe biterikînin û koçî welatên cuda bikin. Nirxên wan ên madî û manewî hatin talankirin. Bi siyaseta tek tîpkirinê re hewl dan ol bi mirovan bidin guhertin û bê nasname bên hiştin. Sûcên li dijî mirovahiyê yên weke înkar, îmha û asîmîlasyonê bi rêbazên herî giran li dijî gelê me, li dijî gelên Xiristiyan û nasnameyên din ên çandî hatin kirin."

MUB'ê bi bîr xist ku zêdeyî 500 hezar mirovên ji gelê Suryanî bi xwînxwarî hatin kuştin û bi vê qirkirinê re yek jigelên herî qedîm ê Mezopotamyayê anîn ber tinebûnê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Gelê Suryanî hê jî bi êş û travmaya qirkirina beriya 103 salan e. Lê belê hêzên serdest û hikumetên Komara Tirkiyeyê ku dewama Osmanî ye, vê qirkirinê înkar dikin. Ji aliyekî ve bi rê û rêbazên cuda hewl didin qirkirina berê bidin jibîrkirin û bidin qebûlkirin, li aliyê din jî polîtîkayên qirkirinê ferz dikin û gefê li gelên Rojhilata Navîn dixwin. Ev gef car carna bi komkujî, zext û şîdetê tên kirin.

Hikumeta 16 salên dawî ya li Tirkiyeyê hem serdestên Osmanî, hem jî polîtîkayên qirker ên Komara Tirkiyeyê temsîl dike. Ev rastî, bi şerê topyekûn re li pêş çavên tevahiya cîhanê bi cih tê anîn."

Di dawiya daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku 15'ê Hezîranê roja bîranîna Qirkirina 1915'an a li dijî gelên Suryanî-Asûrî-Aramî-Keldanî ye û hate gotin, "Bi wesîleya Seyfo 1915'an, me hemû qirkeran bi tundî şermezar dikin. şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Em bang li hemû gelên li Komara Tirkiyeyê dikin ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de dest bidin hev û hesab ji zîhniyeta qirker bipirsin û welatekî demokratîk ava bikin."