Artêşa Iraqê nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirker ên Tirkiyeyê da

Berdevkê Navenda Operasyonên Hevpar ên Iraqê Yahya Zubeydî ji Radyoya Dengê Amerîkayê re axivî û nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirker ên Tirkiyeyê yên li ser Başûrê Kurdistanê da.

Zubeydî bal kişand ser hêzên artêşa Iraqê yên li Şengalê û hêzên pêşmergeyan ên li nêzî Qendîlê û diyar kir ku peywira van hêzan ev e ku sînor û serxwebûna axa Iraqê biparêzin.

Berdevkê Navenda Operasyonên Hevpar ên Iraqê Yahya Zubeydî got ku, “Hêzên me yên artêşê niha li Şengalê ne. Pêşmerge jî nêzî Qendîlê ne. Ev hêzên pergala parastina Iraqê ne. Peywira van hêzan ev e ku sînorên Iraqê û serxwebûna wê biparêzin.”

Zubeydî got ku, “Em ê destûrê nedin ku hêzên din axa Iraqê bi kar bînin. Me ev tişt gelek caran ji Tirkiyeyê re got. Me diyar kir ku em ê destûrê nedin ku hêzên din axa me dagir bikin.”

Zubeydî diyar kir ku haya wî jê tuneye ku hêzên artêşa Tirk çûne gundê Bermizê û bi gel re civiyane.