Li Wanê leşker mudaxeleyî hilbijartinê dikin, ferman dan muxtaran

Li navçeya Tûşbayê ya Wanê beriya hilbijartinê leşkeran xwarin da muxtaran. Di xwarinê de leşkeran têkildarî ewlehiya hilbijartinê û sindoqên ku ew ê werin veguheztin ferman da muxtaran.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan her dem bangî muxtaran dikir. Vê carê jî leşkeran beriya hilbijartina 24’ê Hezîranê xwarin da muxtaran.

Leşker û muxtar li qereqola Golluyê ya navçeya Tûşbayê hatin ba hev. Di civînê de li ser ewlehiya hilbijartinê û veguheztina sindoqan hate sekinandin.

Hate hînbûn ku di civînê de leşkeran ji muxtaran re gotine ku “Roja hilbijartinê bila her kes xwedî li sindoqên li gundê xwe derbikeve.”

Derketibû holê ku serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji bo ku HDP di binê bendê de bimîne ferman dabû alîgirên xwe. Mudaxeleya leşkeran a li ser hilbijartinê jî piştî vê fermana Erdogan pêk hat.