Bûldan: Gelê me wê ji bo sindoqan bedena xwe bike mertal

Bûldan di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên li Stenbolê de daxuyanî da, diyar kir ku Erdogan sûc kiriye û bang erkê li YSK, YE û AGÎT’ê kir. Bûldan anî ziman ku 2023’ê wê HDP Tirkiyeyê bi rê ve bibe.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan a di civîna li Pendîk a Stenbolê de aivî û got: “Her ku ber bi hilbijartina 24’ê Hezîranê ve diçin coş û biryardariyeke mezin heye. Pendîkê jî biryara xwe daye, Stenbolê jî biryara xwe daye.Her kes dixwaze Erdogan bey biçe, her kes dixwaze AKP biçe.”

Bûldan got: “Em di nava coş û moraleke mezin de ne, ew di nava tirs û xofê de ne” û wiha pêde çû:

“Ketine nava tirsekî mezin, we dîmenên Erdogan ên digotin ‘HDP’yiyan tesbît bikin’ fermana bê ka wê çawa dengan bidizin we dît, vê yekê baş dize ku wê gelê me bedenê xwe ji bo sindoqan bikin mertal.”

ERDOGAN SÛC DIKE, YSK, YE Û AGÎT ERKA XWE BI CIH BÎNE…

Bûldan bibîr xist ku Erdogan sûc dike û got: “Ji ber ku zanî wê winda bike niha dest bi lêgerîna rêbazê bê ka wê çawa dengan bidizin dike. Dîmenên duh derketîn û gotinên hatin kirin sûc in. YSK, dozger û dadgeran vedixwînim erka xwe bi cih bînin. Bang li YE û AGÎT’ê dikin ku bi erka xwe rabin. Dizanin wê biçin ji bo wê fermanên wiha didin.”

Bûldan bal kişand ser ferman a ‘dizîna dengan’ a Erdogan û ev tişt got:

“Bang li YSK’yê dikin, parastina sindoqan erka we ye. Hûn neçarin vê bikin. Hûn vê bikin an jî nekin gelên Tirkiyeyê biryara xwe daye. HDP wê sindoqan biparêzin. Ev erka hemû partiyên tevlî hilbijartinê dibine.Ferman dide YSK û darazê. YSK saziyeke serbixwe ye, ji ti kesê fermanê nagire.”

“Bu devran böyle dönmeyecek” diyen Buldan, rüzgarın HDP’den yana olduğunu kaydetti. Buldan şöyle konuştu: “Recep Tayyip Erdoğan’ın da AKP’nin de gitme zamanı geldi. Burada yaşayan halkımız, İstanbul’da yaşayan tüm halklar, tüm etnik kimlikler, kadınlar, gençler bu değişim ve dönüşümü İstanbul’da gerçekleştirecek. Hava bizden yana, su bizden yana, toprak bizden yana, rüzgar bizden yana.”

2023’Ê HDP WÊ WELAT BI RÊ VE BIBE

Bûldan diyar kir ku wê 2023’an HDP’ welat bi rê ve bibe û ev nirxandin kir:

“Baweriya tu kesê êdî bi we nayê. Dibêjin heta 2023’ê wê welat bi rê ve bibin, lê nizanin 24’ê Hezîranê biçin. 2023’an HDP wê welat bi rê ve bibe.”

Bûldan bibîr xist ku wê vê hilbijartinê desthilata AKP’ê ‘ji dîrokê bibin’ û got: “Em di demokrasiyê de bi israr in. Ev welat ne mehetacê Erdogan û ne mehkûmê AKP’ê ye.”