HDP li Swêdê ji hilbijartinan re hazir e

Li Swêdê beriya dengdana ku 16-17’ê Hezîranê wê were kirin HDP’ê haziriyên xwe qedandin, ji bo ku mişahidiyê bikin 50 kes peywirdar kir.

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockhomê civînek hate kirin û kesên ku wê li ser sendoqa mişahidiyê bikin hatin perwerdekirin.

Di civînê de ji mişahidan hate xwestin ku ewlehiya sendoqê biparêzin, destûrê nedin dek û dolabên li ser sendoqê û xwedî li dengên HDP’ê derkevin.

Hasan Bozlak ku di Komîteya Swêdê ya HDP’ê de cih digire got 300 dildarên HDP’ê van du mehên dawî ji 39 hezar hilbêran yeke yek xwe gihandine 10 hezarî û diyar kir hem dildarên HDP’ê û hem jî Kurdistanî, dostên wan bi hişmendiya girîngiya hilbijartina 24’ê Hezîranê tevdigerin.

Komîteya Hilbijartinê ya HDP’ê her wiha bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Swêdê kir ku 16-17’ê Hezîranê tevlî Fuara Kîstayê bibin.