NAV-DEM’ê Cejna Remezanê pîroz kir

NAV-DEM’ê Cejna Remezan ya Alema Îslamê pîroz kir û bal kişand ku 24’ê Hezîranê ji bo alema Îslamê fersendeke.

NAV-DEM’ê biboneya Cejna Remezanê peyamek nivîskî weşand got: “Cejna Remezanê ya mubarek ku di civaka Îslamê de cejna aştî, biratî û destpêkeke nû ye, di serî de li gelê xwe yên welatparêz û hemû alema Îslamê pîroz dikin.”

Peyama NAV-DEM’ê wiha ye:

“Di vê pêvajoya ku gelê Kurdi ji bo demokrasî û biratiyê têdikoşe, heta ku aştî ji bo Kurdan pêk were, divê her bawermendê Misilman piştgirî bike. Cejin tê wateya yekîtî û biratiya gelan. Cejin rojên parvekirin û piştgiriyê ya di asta herî jor de ne.

Di meha Remezanê de ku gelê Kurd bi rojî bûn, dewleta Tirk a dagirker êrîş pêk danîn. Her kesê ku li Kurdistanê li ber xwe didin, temsîla siberoj û dîroka mirovahiyê dike. Hilbijartina 24’ê Hezîranê ji bo aramî, edalet û pêkve jiyanê ya Alema Îslamê fersendeke û divê bi ruhê seferberiyê destekê bide HDP’ê.”