Partiya Keskan a Elman destekê dide HDP'ê

Partiya Keskan a Elmanyayê diyar kir ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de ew piştgiriyê didin HDP'ê. Partiya Keskan ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bal kişand ser rola HDP'ê.

Beriya hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, piştgiriyeke din a ji bo HDP'ê ji Elmanyayê hat. Piştî Partiya Çep, Partiya Keskan jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew destekê didin HDP'ê.

Daxuyanî bi sernavê "Piştgiriya bi HDP'ê re" li ser malpera fermî ya înternetê hate weşandin û işaret bi girîngiya hilbijartinên 24'ê Hezîranê hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li Tirkiyeyê du tifaqên cuda yên bi serkêşiya CHP û AKP'ê tevlî hilbijartinê dibin. Li hemberî van tifaqan jî HDP heye. Eger HDp ji benda ji sedî 10'î derbas bibe, wê AKP nikaribe piraniya wekîlên li meclîsê bi dest bixe. HDP li Tirkiyeyê nûnerê gelek hêzên lîberal û demokratîk e."

'HDP JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ TÊDIKOŞE'

Partiya Keskan diyar kir ku HDP ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û serxwebûna medya û dadgeriyê têdikoşe û bal kişand ser rewşa namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş û bi hezaran girtiyên siyasî.

Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin: "Em minetdarê wan kesan e ku hîn jî li Tirkiyeyê ji bo demokrasî, dewleta hiqûqê û mafên mirovan têdikoşin. Di vê dema awarte de girîng e demokrat bibin yek. Em dixwazin hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê werin berdan û di serî de HDP em destekê didin her kesên ji bo demokratîkbûnê têdikoşin.

Em bi HDP'ê re ne û hurmetê nîşanî hemûj demokratên li Tirkiyeyê didin ku bi wêrekî tevdigerin. Em hêvîdar in ku HDP wê ji benda ji sedî 10'an a hilbijartinê derbas bibe, parlamenteran bişîne meclîsê û di hilbijartinê de encameke baş bi dest bixîne."