FEDA: Li dijî zîhniyeta qirker em biçin ser sindoqan

FEDA'yê bal kişand ser komkujiyên li Suryaniyan hatine kirin û li dijî zîhniyeta qirker banga dengdanê kir.

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) bi wesîleya salvegera komkujiya Suryaniyan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku zêdeyî hezar sal in komkujî û sirgûn li ser gelên qedîm ên Mezopotamyayê tên ferzkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Salên 1914-15'an li herêmên Colemêrg, Serhed, Amed, Riha, Semsûr, Meletî û Tûraddînê, di çarçoveya polîtîkaya yektîpkirinê de li dijî gelên Suryanî, Asûrî, Aramî, Keldanî û Ermenî qirkirinê dest pê kir."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ev pêvajoya qirkirinê heta sala 1925'an dewam kiriye û li dijî gelê Helen Potnûs jî hatiye kirin. FEDA'yê diyar kir, nêzî 2 milyon mirov bi rengekî hovane hatin kuştin û bi sed hezaran mirov jî neçar hatin hiştin ku cih û warê xwe biterikînin.

FEDA'yê di dawiya daxuyaniya xwe de li dijî zîhniyeta qirker bang kir ku her kes 24'ê Hezîranê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.