Desteya hilbijartinê qebûl kir ku Demîrtaş tevlî mîtîngan bibe

Ji bo ku Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş karibe tevlî hin mîtîngan bibe, serlêdan hatibû kirin. Desteyên hilbijartinê ev daxwaz qebûl kir. HDP serî li Saziya Bilind a Hilbijartinê û li Wezaretê da.

Ji bo ku namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş karibe tevlî mîtîngên li Stenbol, Dîlok, Îzmîr û Mêrdînê bibe serlêdan hatibû kirin. Ev serlêdan ji aliyê lijneyên hilbijartinê hatin qebûlkirin.

'YAN EW BI XWE BÊ YAN JÎ BI RÊYA SEGBÎSÊ..'

Ji bo ku Demîrtaş karibe tevlî van mîtîngan bibe serî li Desteya Bilind a Hilbijartinê û li Wezareta Edaletê hate dayîn.

Di daxwaznameyan de ev tişt hate gotin: 

"Ji bo ku Selahattîn Demîrtaş karibe bi xwe tevlî mîtîngên li Stenbol, Dîlok, Îzmîr û Mêrdînê bibe serlêdan hatiye kirin. Heke biryara we berevajî be em dixwazin bi rêya SEGBÎS'ê tevlî mîtîngê bibe û nivîs ji cihê pêwist re were şandin."