ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 15'ê Hezîrana 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 15'ê Hezîrana 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, wê bê şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê wê werin şopandin.
- Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye wê were şopandin.
- Nûçeyên li ser hilbijartinên 24'ê Mijdarê wê werin şopandin.
- Ji namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Mereşê Şahîn Şanci got, HDP yekane hêviya gelan e û destnîşan kir, ku Mereş wê di demeke nêz de bibe keleha HDP'ê.
- Parlamenterê Amedê yê HDP'yî Nîmetûllah Erdogamûş ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de ji Rihayê bûye namzet diyar kir ku li hemberî tifaqên 'Cûmhûr' û 'Millet', HDP tifaqa demokrasî, azadî, bawerî û gelan e.
- Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cejna Remezanê li alema Îslamê û gelê Kurd pîroz kir.
- Serokê Duyemîn ê Eyaleta NRW ê CHP'ê Salman Yeken ku li navenda dengdanê ya Konsolosxaneya Tirk a Kolnê wezîfedar e got, "AKP piştî ku fêhm kir têk diçe, mîna marê birîndar bûye êrîş dike."
- Partiya Keskan a Elmanyayê diyar kir ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de ew piştgiriyê didin HDP'ê. Partiya Keskan ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bal kişand ser rola HDP'ê.
- Malbatên Şehîdan wê di sibeha cejnê de tevî gelê Qamişloyê berê xwe bidin Şehîdgehan. Ji ber ku şehîd eynika doh, îro û paşerojê ye.
- Desthilatdariya 16 salan a AKP'ê herî zêde bandor li jinan kir. Jin dibêjin, aştî, azadî û aramî wê bi HDP'ê re bê.