Li Kocelî û Malatyayê jî êrîşî HDP’yiyan hate kirin

Komeke bi dirûşmên “Degîrmendere wê ji bo we bibe goristan, em ê we tevan bikuji” êrîş birin ser HDP’yiyên ku li Deyermandere ya Koceliyê stand vekiribûn, kirin. Di êrîşê de 6 HDP’yî birîndar bûn. Li Meletiyê jî bi kevir û daran êrîşî HDP’yiyan kirin.

Komeke bi dirûşmên “Degîrmendere wê ji bo we bibe goristan, em ê we tevan bikuji” êrîş birin ser HDP’yiyên ku li qada Deyermandere ya Koceliyê stand vekiribûn, kirin. Di êrîşê de hevserokê HDP’ê yê Koceliyê Şehabettîn Işik û Emrah Dûrmûş hatin derbkirin. Her wiha di êrîşê de 6 HDP’yî hatin rakirina nexweşxaneya Degîrmendereyê.

MELETÎ

Li Meletiyê jî komeke destpêkê bi gotin û pişt re jî bi kevi û daran êrîş bire ser HDP’yiyên ku li navçeya Hekîmhan a Meletiyê dikirin, kirin. Di encama êrîşê de 4 HDP’yî birîndar bûn.