Li Pirsûsê terora AKP’ê: Bi çekan 7 kes birîndar bûn

Li Pirsûsê AKP’yiyan êrîşî esnafan kirin, 7 kes birîndar bûn.

Namzetê AKP'ê û endamê MYK'ê yê AKP'ê yê Rihayê Îbrahim Halil Yildiz, li gel komek kesên çekdar li nava esnafên Pirsûsê geriya. Esnafan nerazîbûn nîşanî namzetê AKP’yî da.

Li ser nerazîbûnên esnafan, zilamê Yildiz bi çeka keleşnîkofê gule li esnafan reşandin. Li gorî agahiyên hatin girtin di bûyerê de 5 jê esnaf 2 kes jî êrîşkar bi giştî 7 kes birîndar bûn.

 Kesên birîndar rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Hat zanîn ku yên birînên wan giran in jî hene.