Polîsan mudaxeleyî merasîma cenazeyê birayên Şenyaşar kirin
Polîsan mudaxaleyî merasima cenazeyên Celal û Adîl Şenyaşar ên bira ku li Pirsûsê dihatin veşartin, kirin. Bûyer didomin.
Polîsan mudaxaleyî merasima cenazeyên Celal û Adîl Şenyaşar ên bira ku li Pirsûsê dihatin veşartin, kirin. Bûyer didomin.
Cenazeyê esnafên Celal û Adîl Şenyaşar ên bira ku wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz û zilamên xwe bi çekan êrîş kirin û kuştin, dema li Pirsûsê bi girseyî dihatin veşartin polîsan mudaxaleyî girsê kirin.
Piştî polîsan bi TOMA û bombeyên gazê mudaxaleyî girsê kirin alozî qewimîn.
Bi hezaran kesên tevlî merasîmê bibûn li nava zeviyan belav bûn û aloziya di navbera polîs û girseyê de didome.
Li aliyê din welatiyên dixwazin biçin goristanê ji aliyê polîsan ve tên astengkirin, li ser goristanê helîkopter difirin.