Hevserokê Giştî yê HDP’ê û namzetê parlementeriyê yê Wanê Sezaî Temellî dema ku ji Geverê derbasî Wanê dibû, ligel ku ne di bernameya wî de jî li ser rê çû Elbakê. Bi careke re bi sedan kes li navenda bajêr hatin pêşiya Temellî. Temellî li hemberî vê rewşê şaş bû û li ser otobusa hilbijartinê axivî.
Temellî diyar kir ku di hilbijartina berê de HDP’ê ji sedî 97 deng stendiye û divê vê carê Elbak derkeve ser vê rêjeyê.
ÎPEKYOLÛ
Namzetên HDP’ê yên Wanê Asûman Yelmazer û Mûkaddes Karakoç li ser Rêya Maraşê çû serdana esnafên Kolana Yuzbaşioglû. Esnafan eleqeyeke germ nîşanî namzetan da.
ERDÎŞ
Bi sedan kes li pêşiya buroya hilbijartinê ya Erdîşê hatin ba hev û li ber muzîkê govend gerandin. Li navçeyê gel berêvarî tê buroya hilbijartinê, ev der dibe wekî mîtîngê. Li Erdîşê polîsan asteng kirin ku wesayîtên anonsê yên HDP’ê piştî saet 17.00’an muzîkê lêbide lê di heman demê de wesayîtên anonsê yên AKP û MHP’ê heta saet 23’an muzîkê lêdidin.
PAYÎZAVA
Li Payîzavayê jî HDP xebatên hilbijartinê didomîne. Heyeta HDP’ê li taxan geriyan û gel eleqeyeke germ nîşanî wan da. Heyeta HDP’ê qala girîngiya dengdayînê kirin.
SARAY
Li navçeya Sarayê ya Wanê namzeta parlementeriyê Mûazzez Orhan, parlementerê berê Nazmî Gur û Rêxistina HDP’ê ya Sarayê çûn serdana esnafan. Esnafan eleqeyeke germ nîşanî heyeta HDP’ê dan.
ÎDIR
Li navenda bajêr jî di destê sibehê de namzetên parlementeriyê Kiznaz Turkelî û Habîk Eksîk jî tê de gelek kesan xebatên hilbijartinê domandin.
Endamên HDP’ê li navenda bajêr broşur û kartên cejnê belav kirin. Heyeta HDP’ê li Rêya Bazîdê, Bazara Rûsan û li gelek rê û bazaran kartên cejnê belav kirin û Cejna Remezanê ya gel pîroz kirin.