Temellî: Em dengek tenê jî nadin wan

Temellî yê di xwarina fitarê ya li Wanê de axivî û got: “Bûyerên 6-8’ê Cotmehê provakasyon bû. Ji bo lêkolînkirina van bûyeran me 12 caran pêşnûme daye lê hatine redkirin. 7’ê Hezîranê heta 1’ê Mijdarê heman lîstik lîstin.”

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan Sezaî Temellî, hevserokên HDP’ê yên Wanê Umît Dede, Yadîşan Karabûlak, Hevserokên DBP’ê yên Wanê Ayla Tarhan û Okkeş Kava, dîsa namzetên HDP’ yê Wanê, Parlemeterên HDP’ êyên Wanê Adem Geverî Lezgîn Botan, endamên PM’ê jî di nav de gelek kesy tevlî xwarina fitarê ya li taxa Çîçeklî ya Ertemêtanê ya ji aliyê rêxistina HDP’ê ya navçe û bajarê Wanê ve hate lidarxistin bûn.

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî di xwarina fitarê de axivî û di serî de cejan Remezanê pîroz kir û got: “Daxwaza me tevan ji vê desthilatê rizgar bûne. Ji ber ku ti tiştê vê desthilatê ne maye ku bi de gel.”

Temellî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser van xisûsan:

“Pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê, pirsa Kurd e. Eger pirsa Kurd bê çareserkirin wê bêkar, azadî û demokrasî jî bê çareserkirin. Lê dema ku şer bê domadin ne aştî û ne jî tiştek pêk tê. Ev desthilat şer disepîne û dixwaze desthilata xwe bideomîne. Divê 24’ê Hezîranê hemû gelên li Tirkiyeyê li dijî vê desthilatê û hejariyê raweste bû bêje bes e. Ji bo wê dibêjin an rejîma Erdogan an jî demokrasî. Di wê hêviyê deme wê her kes demokrasiyê hilbijêre. Divê dengek tenê jî ji bo wan neçe.

Temellî bibîr xist ku cesaretê dide her kesê û got: “Li Wanê asta bêkarî herî jor e. Lewra bi salan e bi heman derewan dikin û desthilata xwe didomîin. Li her derê Rewşa Awarte heye. Gel ji qadekî ku bikare bi vîna xwe dengê xwe bikar bîne bêpar e.Her demê dijminê HDP’ê û Demîrtaş in. Rûyê wan ên rast bi dîmenekê derket.

Temellî bal kişand ser îdîayên Erdogan ên têkildarî Demîrtaş û wiha bersiv da: “Ji bo bûyerên 6-7’ê Kobanê dibêjin; ‘Çawa dibe yên ku van bûyeran kirî bibe namzetê serokkomariyê’. Bûyerên 6-7’ê Cotmehê provakasyon bû. Ji bo lêkolînkirina van bûyeran me 12 caran pêşnûme daye lê hatine redkirin. 7’ê Hezîranê heta 1’ê Mijdarê heman lîstik lîstin. Li Pirsûs, Enqere, Cizîr van heman tişt kirin. dîsa ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê lîstika Qendîl di dorê de ye. Dîsa serî li nîjatperestiyê didin ku deng bigirin. Em ê bi dengên xwe van lîstikan têk bidin. Em bang li her kesê dikin ku bi van lîstikan nexapin. Wê têkoşîna me ya aştiyê bidome. Çûyîna van di destê me de ye. Yekan e rêya vê hilweşandina bendê ye. Divê em biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin û biparêzin. 24’ê Hezîranê bi teqez em ê ser bikevin. Em li Wanê bikin 8-0’ê. “