‘Heta azadiya girtiyan em ê çalakiya xwe bidomînin’

Nobeta Edeletê ya malbatên girtiyan di roja 248’emîn de li pêşiya Edliyeya Amedê dewam kir.

Nobeta Edeletê ya malbatên girtiyên nexweş û înfaza wan hatiye şewitandin di roja 248’emîn de li pêşiya Edliyeya Amedê dewam kir.

Tevgera Jinên Azad (TJA),  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Çandê û Yekîtiyê ya bi Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Kesên Xizmên xwe Winda kirine ya Dergûşa Şaristaniyê (MEBYA-DER), Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Hevkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) û endam û rêveberên Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî ya Mezopotamya (MED-DER) tevlî çalakiya Nobeta Edeletê bûn.

 Ji xizmên girtiyan Herdem Mervanî di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku çalakiya wan ketiye hefteya 9’emîn.

Herdem Merwanî got: “Weke ku li girtîgehan binpêkirinên mafan tineye, bêdeng dimînin. Lê em ê her tim bîqirîn. Em mafê mirovan diparêzin. Ji ber vê yekê divê her kesê xwedî wijdan bibin dengê me. Tevî ku cezayên hîn girtiyan qediyaye jî berdana wan tê taloqkirin. Em KJurd xwediyê wê axê ne û em ê mafê xwe biparêzin. Siyasetmedarên li Tirkiyeyê bila xwedî li qanûnên xwe derbikevin."

Çalakî bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan", “Maf, hiqûq, edelet” û çepikan bidawî bû.