Ji bo çalakiya sibe ya şermezarkirina dagirkeriyê ya li Hewlêrê bang hate kirin

Komîteya Amadekar a Çalakiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê sibe li bajarê Hewlêrê dagirkerî û komkujiya dewleta Tirk a dagirker bê şermezarkirin; bang li her kesê kir ku sibe tevlê çalakiyê bibin.

Li Iraq û Herêma Kurdistanê bertek û nerazîbûnên li dijî komkujiya duh li gundê Perex a Zaxoyê ya ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hatî didome. Di vê êrîşê de piraniya wan jin û zarok, 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 23 kes birîndar bûbûn.

Li gorî daxuyaniya Komîteya Amadekar a Çalakiyê ya parve kirî, wê sibe di saet 17:00’an li qada Parka Şanedar a li Hewlêrê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê çalakiyek bê lidarxistin.

Komîteya Amadekar a Çalakiyê bang li hemû partî, rêxistin û welatiyan kir ku tevlî çalakiya ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Iraq û Herêma Kurdistanê bibin.